
Nivîsên Ji aliyê Ala Şalî ve hatine parve kirin
Ala Şalî, peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê ye li ofîsa Ewropayê. Ji roja 13ê Gulana 2013an ve li gel Rûdawê kar dike.
Rûmala giringtirîn bûyerên Almanya û Ewropayê kiriye. Daxuyaniyên taybet ji çendîn serok û berpirsên Ewropa û cîhanê wergirtiye. Gelek ji kar hez dike û bi dilgermiyeke mezin dixebite
Rûmalên Ala Şalî yên derbarê karwanên koçberên û êş û derdên wan li Yunanistanê dengvedaneke mezin çêkirin, bi taybet ew VTyên ku derbarê xirabiya jiyana 12 hezar koçberên li Îdomênî li ser sînorê Makdenoyayê amade kirin. Herwiha bi hûrgiliyan ve û bi awayekî bibandor bûyera şewitîna çadirên çend malbatên Kurd ên di nav kampa penaberan de li girava Mîtîlnî ya Yunanistanê rûmal kir, ku di wê bûyerê de ku roja 25ê Mijdara 2016an qewimî, ji malbateke Silêmaniyê, xortekê canê xwe ji dest da û beşek zêde ji laşê dayik û birayekî wî yê biçûk jî şewitî. Di çadira duyem de jî jineke Helebceyî ya temen 66 salî canê xwe ji dest da. Ew yekemîn peyamnêr bû ku rûmala wê bûyerê kir û VTya wê dengvedaneke mezin çêkir û Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da, termên wan qurbaniyan veguhêze Kurdistanê.
Ala Şalî, rûmala êrîş û teqînên DAIŞê yên li Fransa û Belcîkayê kiriye. Ew yekemîn peyamner bû ku di meha Hezîrana 2016an de çû mala encamderê êrîşa li bajarê Nîs ê Fransayê.
Şalî, rûmala serdanên fermî yên şandên Kurdistanê yên bo welatên Yekîtiya Ewropayê kiriye. Herwiha rûmala hilbijartinên Ewropayê kiriye. Bi dehan VT li ser bûyerên Ewropayê û civînên lûtkeya Yekîtiya Ewropayê amade kirine, wê çendê jî wiha kir, ku Ala Şalî di roja 21ê Gulana 2019an de wek yek ji peyamnêrên jin ên herî çalak di nav Encûmena Yekîtiya Ewropayê de bê hilbijartin.
Ala Şalî, sala 1979an li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Ji sala 1988an ve li Almanyayê dijî. Xwendina xwe ya bilind li Almanyayê qedandiye û bawernameya Masterê di Wêjeya Almanî û Zanistên Televîzyonê de wergirtiye. Sê salan mamosteya zimanê Almanî bûye. Bo dema 13 salan wek peyamnêr li radyoya WDR a Almanî kar kiriye û bi Kurdî û Almanî raport ji wê radyoyê re amade kirine.
Gelek ji werzişê hez dike, hespsiwariyê dike û di werzişa Taekwondoyê de Kembera Qehweyî wergirtiye.










.webp&w=3840&q=75)


