

Nivîsên Ji aliyê Herdî Mihemmed ve hatine parve kirin
Peyamnêrê Rûdawê yê li Kerkûkê ye. Di rûmalkirina bûyerên germ ên parêzgeha Kerkûkê û navçeyên din de beşdar bûye.
Ji sala 2005an ve karê rojnamevaniyê dike. Ji sala 2015an ve li ofîsa Kerkûkê ya Tora Medyayî ya Rûdawê kar dike. Piştî êrîşên 16ê Cotmehê, bo demekê li ofîsa Silêmaniyê ya Tora Medyayî ya Rûdawê kar kiriye.
Rûmala êrîşên DAIŞê û berevanî û operasyonên Pêşmerge li parêzgeha Kerkûkê kiriye. Bi dirêjahiya şerê DAIŞê, çîrokên mirovî yên koçberên şer beşekî berçav ji karên wî bûye.VTyeke wî ya derbarê hewla teqandina nûciwanekî ji aliyê DAIŞê ve di sala 2016an de li Taxa Tisîn a bajarê Kerkûkê, yek ji VTyên wî ye ku herî zêde hatiye dîtin.
Serê sibeha 21ê Cotmeha 2016an, bêtir ji 100 çekdarên DAIŞê derbasî nav sê avahî û bazareke li Kerkûkê bûn, wê rojê jî ajansên cîhanê weke gelek carên din rûmala Rûdawê wergirtin û rûmala Rûdawê derbasî ekranên televîzyonên welatên din bû. Ew rûmal ji aliyê Herdî Mihemed û Şadiye Ebdullah û kamêramanên Rûdawê ve bi awayekî gelek serkeftî hat encamdan.
Herdî Mihemed, tevî hejmarek peyamnêrên din ên Rûdawê di rûmalkirina êrîşên Pêşmerge bo ser DAIŞê de li parêzgeha Mûsilê, herwiha operasyona kontrolkirina bajarê Mûsilê ji aliyê hêzên çekdarên Iraqê ve, beşdar bû.














