

Nivîsên Ji aliyê Kamîz Şeddadî ve hatine parve kirin
Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Rûsyayê
Mijarên raportên Kamîz Şeddadî bi giranî rojeva siyasî, aborî û civakî ya Rûsyayê, herweha jiyana diyaspoeraya kurdên sovyeta berê ne.
Wî ji nêz ve gotûbêjên Astana yên li ser qeyrana Sûriyê, hevdîtinên Pûtîn û Erdogan ên li ser Rojavayaê Kurdistanê, rûmal kiriye.
Bi berdewamî bi pirsên xwe peywendiyên Rûsya û Başûrê Kurdistanê, herweha rewşa Rojavayê Kurdistanê dike mijara press-konferansa Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê.
Raportên wî yên taybet, ên li ser jiyana civakî, çandî û hunerî, herweha li ser arîşeyên diyasporaya Kurd a li komarên sovyeta berê pir bala temaşavanên Rûdawê dikşînin.
Kamîz Şeddadî sala 1963an li Kurdistana Sor (Azerbaycan) - li gundê Çiraxlî yê Laçînê ji dayik bûye. Li Bakûyê ji Zanîngeha Polîteknîk dîplomaya Endezyariya Metalûrjî wergirtiye. Doktoraya (PhD) xwe ya li ser Biwêjên Kurdî di beşa Îransîtî ya Enstîtuya Zimanzanî ya Akademiya Zanistên Rûsyayê nivîsiye.














