
Nivîsên Ji aliyê Mehdî Ferec ve hatine parve kirin
<p style="text-align: justify;">Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Hewlêrê ye.<br />Ji bo cara yekem di Rêbendana 2019an de li Tora Medyayî ya Rûdawê dest bi karê ragihandinê kir. Beşdarî xula rahênana peyamnêriyê li Rûdawê bû.</p>
Rêbendana 2019an VTiyek li ser pîrejin û kalemêrekî xwedan pênc şehîd li gundekî qeza Akrê amade kir. VTiya wî bû sedem ku guhdan bi wê pîrejin û wî kalemêrî bê kirin.
Di Gulana 2019an de ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve bi tîmeke Rûdawê re ji bo welatê Çînê hat şandin. Di dema 20 rojan de, çend fîçer li ser şêweya jiyanê, şûnwarên dîrokî, pêşketina teknolojî û pîşesazî ya Çînê amade kir. Herwiha bi awayekî zindî li cihên cuda cuda yên Çînê beşdarî bultenên nûçeyan bû. Hejmara temaşevanên fîçerên wî li welatê Çînê pir bû. Piştî belavbûna wan, konsulê Çînê li Hewlêrê got: “Eger her kesek nikaribe here Çînê, bila li fîçerên Rûdawê li Çînê temaşe bike.”
Mehdî Ferec di 2ê Berfanbara sala 1993an de li bajarokê Kelekçî li Parêzgeha Dihokê ji dayik bû. Bawernameya bakaloryosê di zimanê Ingilîzî de li Zanîngeha Dihokê wergirt û bawernameya dîploma bilind di dersgotinê de li Zanîngeha Warşova li Polonyayê wergirt.
Di Tîrmeha 2017an de ji bo rêzgirtina li karên wî, ji aliyê balyozxaneya Amerîka li Bexdayê ji bo Nepalê hat şandin bi mebesta beşdarbûna di Programa Zanyarî ya Navdewletî IIPê de.
Ji bilî zimanê Kurdî, zimanê Ingilîzî û Erebî jî dizane.
Mehdî hîn jin neaniye. Meraqdarê geştkirin û nasîna kultûrên cuda ye û heta niha geşta 27 welatên Asya, Ewropa û Afrîqayê kiriye.














