
Nivîsên Ji aliyê Namo Ebdullah ve hatine parve kirin
<p style="text-align: justify;">Namo Ebdullah, Rêveberê Ofîsa Waşingtonê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye. Peyamnêrê tomarkirî yê Rûdawê li cem Wezareta Derve ya Amerîkayê ye. Damezrêner û yekemîn sernivîskarê Beşa Îngilîzî ya Portala Rûdawê bûye.</p>
Ji sala 2010an ve bi Rûdawê re kar dike. Bo yekemîn car Namo Ebdullah wek yekemîn rojnamevanê Kurd û yekemîn peyamnêrê dezgeheke medyayî ya Kurdistanê, ji sala 2013an ve beşdarî di konferansên rojnamevanî yên Wezareta Derve ya Amerîkayê de kiriye û heta niha jî berdewam e. Herwiha çend caran jî di konferansên rojnamevanî yên Koşka SApî de beşdar bûye.
Namo Ebdullah, yekemîn rojnamevanê Kurd e ku pirsyarên di nav hizra Kurdan de gihandiye konferansên rojnamevanî yên Wezareta Derve û Koşka Spî. Di dema êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê û Kobanî û cenosaydkirina Kurdên Êzidî de, Namo Ebdullah bi pirsyarên ku ji Wezareta Derve ya Amerîkayê pirsîn, di nav xelkê de gelek xweştivî bû.
Namo Ebdullah, bo demekê bernameya şîroveyî ya (Ji Waşingtonê ve) û herwiha bernameya (Li gel Namo) li stodyuya Rûdawê ya li Waşingtonê pêşkêş dikir.
Rûmala gelek konferansên giring ên Amerîkayê û rûmala hilbijartinên Amerîkayê kiriye.



.webp&w=3840&q=75)










