
Nivîsên Ji aliyê Vîviyan Fetah ve hatine parve kirin
<p style="text-align: justify;">Peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Rojavayê Kurdistanê li Qamişlo ye.<br />Di Nîsana 2018an de, Vîviyan Fetah li Tora Medyayî ya Rûdawê dest bi kar kir.</p><div style="text-align: justify;"> </div>
Rûmalên wê ji şerê DAIŞê re li Kurdistanê dengvedaneke mezin dan. Gelek berhemên wê di wan ajans û kanalan de hatin weşandin ku rêkeftinên hevkariyê di navbera wan û Rûdawê de hene.
Di 3ê Tebaxa 2018an de, Vîviyan Fetah VTiyek li ser jiyana jinên Kurdên Êzdî li Reqayê li jêr destê DAIŞê amade kir. Di wê VTiyê de ku Vîviyanê cilên jinên DAIŞê li xwe kiribûn, bi hûrgilî li deverên ku ew jin li wan dijiyan, behsa awayê jiyana wan kir. Ev berhema wê pir belav bû û deng veda.
Vîviyan şerê DAIŞê li Reqa û Dêra Zorê rûmal kir û herwiha şerê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya hêzên Amerîka û hevpeymanan li Baxoza Sûriyê bi temamî rûmal kir, ku wek navçeya herî dawî ya xîlafeta DAIŞê dihat hejmartin. Tevlîbûnên zindî yên Vîviyanê di bultenên Rûdawê de û VTiyên wê li ser şerê Baxozê gelek temaşevan û guhdarên wan hebûn.
Vîviyan Fetah heta xala herî dawî di navbera Iraq û Sûriyê de şerê DAIŞê rûmal kir.
Herwiha hevpeyvîna wê di Hezîrana 2019an de bi çekdarê DAIŞê yê ji Luxembourgê Stîv Dûrat re ku niha di zindanên HSDê de ye, pir bi berfirehî belav bû û bû rojeva medya û hikûmeta Luxembourgê.
Vîviyan Fetah sala 1992 li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Bawername di warê derûnzaniyê de li Zanîngeha Humsê li Sûriyê stand. Di sala 2015an de, di dezgehên ragihandinê dest bi kar kir.
Di roja 12ê Adara 2004an de, di dema aloziyên lîstika navbera Yaneya Cîhad a Qamişlo û Fitûwe ya Dêra Zorê, Vîviyan tevî bavê xwe li Yarîgeha Qamişloyê bû, ku alîgirên Fitûwe û polîsan êrişî Kurdan kirin û di encamê de Kurdan li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê li dijî hikûmeta Sûriyê serî hildan, di wê çaxê de Vîviyanê xwest bibe rojnamevan ji bo veguhastina nûçeyan. Herwiha dema bavê wê di encama teqîna bombeyeke vedayî ya DAIŞê de li Qamişlo jiyana xwe ji dest da, wê bi xwe nûçeya teqînê xwend, piştî xilasbûna bultenê zanî ku ew hevwelatiyê sivîl ku navê wî di nûçeyê de nehatibû nivîsandin, bavê wê bi xwe bû.
Vîviyan Fetah sala 2015an wek kameraman di kanala Ronahî de li Rojavayê Kurdistanê kar kir, paşê wek bêjera nûçeyan di kanala Gelî Kurdistan û radyoya Dwaroj û kanala NRT li Başûrê Kurdistanê kar kir.














