Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e heta dawiya îsal borsaya Kurdistanê bê vekirin. Rêveberê borsayê ragihand ku ew dawiya vê mehê merasîmekê saz dikin û dozê li şîrketên xwecihî dikin ku navê xwe di borsayê de tomar bikin û beşdarî bazara borsayê bibin.
Borsaya Herêma Kurdistanê ku biryar e li bajarê Hewlêrê bê vekirin, bi hevkariya şîrketa amerîkî grûpa Louis Berger tê damezrandin. Şîrketa navborî Adara borî girêbestek ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kir û di Nîsana borî de jî li Kurdistanê dest bi karê xwe kir. Li gor girêbestê, şîrketa amerîkî wê heta sal û nîvê karê şêwirê ligel stafa borsayê bike û di aliyê teknîkî de jî hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê bike. Şîrketeke biyanî ya din jî sîstema bazara borsayê datîne.
Serokê borsaya Kurdistanê Ebdulla Ehmed ji Rûdawê re got: “Piştî razîbûna civata aborî ya Herêma Kurdistanê li ser damezrandina borsaya Kurdistanê, me dest bi kar kir û em hêvîdar in yekemîn pevguhartina pişkan di dawiya îsal de dest bi kar bike.” Navborî got: “Em bi niyet in di demeke nêzîk de pirraniya şîrketên xwecihî vexwînin, da ku kar ji bo damezrandina şîrketên hevbeş bikin. Ji ber ku borsa serkeftî nabe, eger şîrketên hevbeş nebin.”
Li gor Ebdulla Ehmed, hêj proseya tomarkirina navên şîrketên xwecihî destpênekiriye, lê navborî ragihand ku ew hêvîdar in heta vekirina wê bazarê 15-20 şîrketên xwecihî yên hevbeş dirust bikin. Ebdulle Ehmed got: “Sermiyanê şîrketên hevbeş hêj nehatiye diyarkirin. Lê eşkere ye ku pêwist e sermiyanê şîrketên beşdar mezin be û divê hemû karûbar zelal bin.”
Li gor mamosteyê zanîngehê û aborîzan Îdrîs Remezan, damezrandina borsaya Kurdistanê wê aboriya Kurdistanê ji bo cîhanê veke: “Vekirina borsayê li Kurdistanê aboriya herêmê vedike û bazarê jî çalaktir dike. Herwiha vekirina vê borsayê rê xweş dike ku şîrketên navdar yên ku li Kurdistanê kar dikin tevlî vê borsayê bibin û ev jî dibe sedem ku aborî û bazara Kurdistanê tevlî bazarên cîhanê bibe.”
Derbarê vekirina borsayê li Kurdistanê, cîgirê serokê şîrketa grûpa Louis Berger a amerîkî, Baljit Vohra, ragihand ku plana wan ew e ku wê bazarê bikin borsayeke cîhanî: “Me plana karkirina wê borsayê xistiye warê cîbicîkirinê de û amanca me jî ew e ku ji destpêka sala bê bi tevahî borsa bikeve ser kar û dûre jî emê hewl bidin rola bazarê firehtir bikin.” Tê çaverêkirin di demeke nêzîk de stafa bazara borsaya Kurdistanê ji aliyê şîrketa amerîkî ve bê perwerdekirin.



