Hewlêr (Rûdaw) - Onseke zîv di hefteyekê de 5 dolaran biha bû.
Îro bihayê onseke zîv 76 sentan, yanî ji sedî 1,10, zêde bû û gihişt 53,18 dolarî.
Bi vê yekê, niha kîloyek zîv li bazarên cîhanê bi 1,707 dolaran e.
Di hefteya borî de bihayê onseke zîv 5 dolaran zêde bû ku ev dike ji sedî 11.
Her wiha ev heşt hefte ne ku bihayê zîv li ser hev zêde dibe.
Aloziyên nû yên bazirganiyê yên di navbera Amerîka û Çînê de sedema sereke ya bihabûna zîv in.
Ev yek jî piştî gefa Serokê Amerîkayê Donald Trump hat ku got ew dê baca gumrikê ya li ser Çînê ji sedî 100 zêde bike.
Her çi qasî Amerîka û Çîn behsa îhtimala dan û standinan bikin jî bazirgan hîn bi hişyarî tevdigerin.
Ji aliyekî din ve, girtina deriyê hikûmeta Amerîkayê ketiye hefteya xwe ya sêyem û ev yek nezelaliya li cem bazirganan zêdetir dike.
Pêşbîniyên kêmkirina rêjeya faîzê jî sedemeke din a bihabûnê ne.
Niha bazirgan îhtimala ku Banka Navendî ya Amerîkayê di dawiya vê mehê de faîzê kêm bike heta bi ji sedî 95 dinirxînin.
Ev yek jî dikare daxwaza ji bo zîv zêde bike.
Berdewamiya şerê Ukraynayê, gefên sizayên nû yên li ser Rûsyayê û îhtimala ku Amerîka mûşekan bide Ukraynayê, piştgiriyeke zêdetir didin zîv.
Goldman Sachsê jî roja yekşemê ragihand ku ew di demeke navîn de pêşbîniya bihabûna zîv dikin.
Sedema vê yekê jî zêdebûna hatina sermayeyê ya nav vê sektorê ye.
Di heman demê de, li cîhanê di hilberîna zîv de kêmasî heye.
Ev pêncemîn sal e ku ev kêmasî berdewam dike.
Par di pîşesaziyê de 680,5 milyon ons zîv hatibû bikaranîn.
Enstîtuya Zîv a Cîhanî pêşbînî dike ku îsal jî ev rêje nêzîkî asta par bimîne.



