Hewlêr (Rûdaw) - Zêr îro biha bû û her onsa zêr bi nêzîkî 4260 dolarî tê kirîn û firotin.
Berdewamiya pirsgirêkên bazirganiyê yên di navbera Amerîka û Çînê de û îhtimala kêmkirina faîza bankê ya ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve sedemên bihabûna zêr in.
Li aliyê din, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandiye, heta ku Hindistan kirîna petrolê Rûsyayê bidomîne ew dê sepandina bacên gumrikê yên bi rêjeyeke gelekî bilind bidomîne.
Bacên gumrikê yên Amerîkayê yên li ser Çîn û welatên din, asoya aboriya cîhanê nediyar kiriye û daxwaza ji bo kirîna zêr zêde kiriye.
Hefteya borî ji ber pêvajoya komkirina faîzê û nermbûna axaftinên berpirsên Amerîkayê yên derbarê Çînê bihayê zêr heta binê 4245 dolaran daketibû.
Birêvebirê Stratejiyê yê Navenda Lêkolînên Darayî ya li New Yorkê Sam Stovall ragihand:
"Tevî daketina bihayê zêr a hefteya borî jî berdewamiya pirsgirêkên bazirganiyê yên di navbera Çîn û Amerîkayê de dikare piştgiriyê bide bihayê zêr û zêr biha bike."



