Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê hişyarî da Amerîkayê û got, "Piştrast bin ku dê vegera meydana şer gelek suprîzan bi xwe re bîne."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Ereqçî îro li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kir.
Ebas Ereqçî di peyama xwe de derbarê îhtimala vegera şer hişyarî da Amerîkayê.
Ebas Ereqçî diyar kir ku demekê piştî destpêkirina şerê li dijî Îranê, "Kongreya Amerîkayê li xwe mikur hat ku bi dehan balafirên bihayê wan bi milyaran dolaran e hatine têkbirin."
"Hêzên me F-35 xist xwarê"
Li gorî gotina Wezîrê Karên Derve yê Îranê, hatiye piştrastkirin ku hêzên wan ên çekdar hêza yekem bû ku li cîhanê balafira şer a F-35 xist xwarê.
Ebas Ereqçî hişyarî da Amerîkayê û got, “Bi wan waneyên ku em fêr bûn û wan zanyariyên ku me bi dest xistine, piştrast bin ku dê vegera meydana şer, suprîzên gelekî zêdetir bi xwe re bîne."
Trump: Dibe ku em derbeyeke din lê bidin
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh li Koşka Spî ragihand, dibe ku ew neçar bimînin derbeyeke din a mezin li Îranê bidin.
Trump her wiha eşkere kir ku tenê "demjimêrek" mabû ew biryara êrişa li dijî Îranê bide lê wî piştre biryara xwe guherandiye.
Roja duşemê jî Trump gotibû, wî êrişa leşkerî rawestandiye çimkî ji bo bidawîkirina şer "dan û standinên cidî" hene.
