Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê hişyarî da Amerîkayê û got, "Em destkeftan bi mûşekan bi dest dixin, ne bi dan û standinan."
Qalîbaf her wiha diyar kir ku serkeftiyê her peymanekê ew alî ye ku ji bo şer amadetir be.
Serokê Parlamentoya Îranê û Serokê Şandeya Dan û Standinan a Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf îro li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê helwesta Tehranê ya derbarê dan û standinên bi Washingtonê re bi sê xalan eşkere kir.
"Em bi mûşekan bi dest dixin"
Qalîbaf di xala ewil a peyama xwe de nivîsî, "Em destkeftan bi dan û standin û rûniştinan wernagirin, em wan bi mûşekan bi dest dixin."
Serokê şanda dan û standinan a Îranê di xala duyem de bal kişand ser asta baweriya wan a bi sozên Amerîkayê û ragihand:
"Baweriya me ya wisa bi garantî û gotinan tune ye, tenê kiryar pîvan in. Loma berî ku aliyê din gaveke pratîkî neavêje, em ti gavan navêjin."
Amadehiya ji bo şer
Qalîbaf di xala dawî ya peyama xwe de nêrîna Tehranê ya ji bo qonaxa piştî peymanan anî zimên û nivîsî:
"Serkeftiyê her peymanê ew alî ye ku roja piştî peymanê, xwe ji bo şer çêtir amade dike."
Hinek berpirsên Amerîkayê doh ragihandibû ku Amerîka û Îranê li ser peymaneke 60 rojî li hev kiriye.
Li gorî agahiyan ev peyman ji bo dirêjkirina agirbestê û destpêkirina dan û standinên li ser bernameya nukleerî ya Îranê ye.
Lê hat diyarkirin ku Trump hîn erêkirina dawî nedaye û ji bo biryardanê "çend roj" wext xwestiye.
