Hewlêr (Rûdaw) - Mihemed Baqir Qalîbaf anî ziman ku baweriya şandeya wan a dan û standinan bi gotin û sozên Amerîkayê nayê.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf destnîşan kir ku heta ew ji dabînkirina temamî ya mafên xelkê Îranê piştrast nebin, ew dê ti peymanan îmze nekin.
Mihemed Baqir Qalîbaf di destpêka sala sêyem a gera 12an a Parlamentoya Îranê de ragihand:
"Pîvana me ya ji bo bicihanîna pêbendiyên me, bidestxistina destkeftên berbiçav e.
Leşkerên qada dîplomasiyê bawerî bi sozan nayînin û heta em mafên xwe nestînin, em dê ti peymanan îmze nekin."
Serokê desthilata yasadanînê ya Îranê hişyarî da ku Amerîka piştî "têkçûna leşkerî", niha bi rêya "zexta aborî û xapandina medyayî" dixwaze yekrêziya navxwe ya Îranê têk bibe.
Mihemed Baqir Qalîbaf got:
"Dijmin dixwaze bipaşvekişîna xwe ya leşkerî bi rêya çêkirina dubendiyê li navxwe tazmîn bike û me neçar bike ku em xwe radest bikin lê ev xeyaleke pûç e."
Rênimayên Mucteba Xamineyî
Serokê Parlamentoya Îranê amaje bi rênimayên Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî yên li ser girîngiya rewşa piştî şer kir.
Qalîbaf ji hemû komîteyên taybet ên parlamentoyê xwest ku "sererastkirina bernameya heftem a bipêşketinê" bixin nav karên xwe yên sereke.
Wî tekez kir ku divê planeke hûr û demkî ji bo "avakirin û tazmînkirina wan zererên ku di encama şerên sepandî yên duyem û sêyem de gihîştine gel û welat" were amadekirin ku bi hevahengiya hikûmetê were pesendkirin.
Mihemed Baqir Qalîbaf di dawiya axaftina xwe de ji parlamenteran xwest ku ji nakokiyên siyasî yên "bêwate" dûr bikevin.
Wî destnîşan kir ku parastina yekrêziya niştimanî di vê demê de ji her tiştî girîngtir e ku Îran bi serkeftî ji vî şerê mezin derkeve.
