Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Dadê ya Îraqê amarên nû yên wan girtiyan eşkere kirin ku li gorî Yasaya Efûya Giştî hatine berdan.
Wezaretê ragihand ku heta niha zêdetirî 12 hezar kesan di vê çarçoveyê de vegeriyane nav malbatên xwe.
Berdevkê Wezareta Dadê ya Îraqê Ehmed Liêbî ji Rûdawê re axivî.
Liêbî diyar kir, ji destpêka pêkanîna Yasaya Efûya Giştî ve heta 24ê Gulana 2026an bi giştî 12 hezar û 512 girtî ji girtîgehên Wezareta Dadê hatine berdan.
Bêhtirî 5 hezar kesên din hatin berdan
Berdevkê Wezareta Dadê li ser kesên ku li derveyî yasaya efûyê hatine berdan jî agahî dan.
Wî destnîşan kir ku 5 hezar û 379 kesên din li gorî biryarên cuda yên dadgehan hatine berdan.
Pêvajoya berdana wan an bi awayê "berdana bişert" bûye an jî dema cezayê wan bi temamî bi dawî bûye.
Cudahiya amaran
Encumena Bilind a Dadweriyê berê behsa berdana 42 hezar kesan kiribû.
Ehmed Liêbî li ser cudahiya amara wan û ya Encumena Dadweriyê ev agahî dan:
"Amara Encumena Bilind a Dadweriyê hemû desteserkiriyan û wan kesên ku li Wezareta Karên Navxwe hatine girtin li xwe digire.
Lê amara me tenê ji bo wan girtiyan e ku di bin çavdêriya Wezareta Dadê de bûn."
Liêbî her wiha destnîşan kir ku ti helwestên siyasî li dijî meaşên karmendên Herêma Kurdistanê nînin û tenê hinek pirsgirêkên teknîk hene ku bi rêya diyalogê dikarin werin çareserkirin.
