Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Trump ên "peyman nêzîk e" derewandin û got, “Eger ew biaqil venagere şer.”
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî diyar kir ku di dan û standinan de ti pêşveçûnlb şênber nîne.
Wî hişyarî da Trump û got, "Eger ew biaqil be venagere şer, hêza me ya leşkerî ji ya berê baştir e."
Li Rojhilata Navîn lêgerînên ji bo çareseriya dîplomatîk didomin.
Li aliyê din, ji xeta Washington û Tehranê daxuyaniyên ku bi temamî dijî hev in tên.
Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû ku dan û standin "gelekî baş" dimeşin û dibe ku hefteya pêş peymanek bê îmzekirin.
Li hemberî van gotinên geşbîn ên Trump, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bersiveke tund da.
"Pêşveçûneke berbiçav nîne"
Eraqçî ji medyaya Îranê re axivî û da zanîn ku kanalên pêwendiyê yên bi Amerîkayê re vekirî ne.
Wî piştrast kir ku bi taybetî ji bo rawestandina êrişên Îsraîlê yên li ser Beyrûtê dan û standina peyaman hatiye kirin.
Lê Eraqçî destnîşan kir ku ew li ser çawaniya pêvajoyê bi Trump re heman nêrînê parve nake û got:
“Em nikarin bibêjin ku di pêvajoya dan û standinan de pêşveçûneke berbiçav çêbûye."
Banga "aqil" û hişyariya şer
Eraqçî da zanîn ku kapasîteya leşkerî ya Îranê di pêvajoya pevçûnan a 40 rojî de hatiye ceribandin.
Wê pêvajoyê 28ê Sibatê dest pê kiribû û Washington bi vê hêzê hesiyaye.
Eraqçî rasterast bangî Trump kir û got:
"Eger Trump biaqil be, ti carî rîska vegera li şer nagire. Çimkî pêgeha leşkerî ya îro ya Îranê, ji roja ku şer dest pê kiriye gelekî xurttir e.
Em ji bo domandina şerekî demdirêj bi temamî amade ne. Her wiha şiyana me heye ku em armancên stratejîk ên li ser axa Îsraîlê bixin."
3 şertên sereke yên Îranê
Eraqçî pêşmercên Tehranê yên ji bo vegera bi temamî ya li maseya aştiyê zelal kirin.
Wî bal kişand ser 3 xalên sereke:
· Divê mafên navneteweyî yên gelê Îranê bên vegerandin.
· Divê Îsraîl demildest dawî li operasyonên xwe yên li Libnanê bîne.
· Divê aloziya leşkerî ya li herêmê bi temamî bê rawestandin.
Girêka Libnanê nayê vekirin
Pevçûnên tund ên di navbera Îsraîl û Hizbulahê de, li pêşiya hevdîtinên aştiyê wekî astengiya herî mezin tên dîtin.
Ev hevdîtin ketine meha xwe ya çarem.
Birêvebiriya Tehranê di wê helwestê de ye ku heta li Libnanê agirbesteke mayînde pêk neyê, ew amade nîne peymaneke şênber li ser mijarên nukleerê yan jî ewlehiya herêmî îmze bike.

.webp&w=3840&q=75)

