Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Tehrana paytexta Îranê de, li navçeya Şehriyarê 6 kes mirin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Xwendekaran a Îranê (SNN), Alîkarê Qeymeqamê Şehriyarê Elî Rehîmî li ser mijarê agahî dane.
Elî Rehîmî ragihandiye ku di êrişa li ser devereke niştecihbûnê ya li Şahîdşehra navçeya Şehriyarê ve, 6 kes mirine ku 3 ji wan zarok in.
Wî rayedarê Îranî destnîşan kir ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li nav kavilan didomin.
Di êrişên şeva borî yên li ser Tehranê de jî hatibû diyarkirin ku li navçeya Beharistanê 13 kes û li rojhilatê bajêr jî 4 kes mirine.
