Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pêwendiyan a Îranê ragihand ku Serokkomarê Îranê fermana vekirina înterneta navneteweyî daye.
Beşa Pêwendiyan a Wezareta Pêwendiyan a Îranê ragihand, "Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan fermana vekirina înterneta navneteweyî da."
Ji 28ê Sibatê ve ango ji destpêka şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ve înterneta navneteweyî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatibû birîn û 87 rojan bi wî awayî ma.
Serokê Komîteya Şirketên Nû yê Jûra Bazirganiyê ya Îranê Efşîn Kolahî li ser zererên qutbûna înternetê daxuyaniyek da û anî ziman:
"Zerera rasterast rojane 30 heta 40 milyon dolar e lê heger em zererên nerasterast ên wekî qutbûna pêwendiyên bazirganî bihesibînin, ev mîqdar rojane digihêje 70 heta 80 milyon dolarî."
Bandora li ser jiyana xelkê
Wezîrê Pêwendî û Teknolojiyê yê Îranê Star Haşimî hişyarî dabû ku berdewamiya vê rewşê dê bandoreke rasterast li ser dahat û debara 10 milyon kesî bike.
Li gorî gotina wezîr, piraniya bazirganiyên online tenê dikaribûn 20 rojan li ber xwe bidin û niha piraniya wan ber bi girtinê ve diçin.
