Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Çekdar ên Îranê ragihand ku divê hemû keştiyên di Tengava Hurmizê re derbas dibin ji Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran destûrê wergirin.
Hêzên Çekdar ên Îranê dibêje eger keştî destûrê wernegirin dê rûbirûyî "gefa ewlehiyê" bibin.
Her wiha hat diyarkirin ku keştiyên leşkerî yên biyanî yên ku hewl didin midaxeleyî trafîkê bikin dê bibin hedef.
Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Hêzên Çekdar ên Îranê ku berpirsê îdarekirina şer e, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku "Tengava Hurmizê bi desthilateke tam ji aliyê Hêzên Çekdar ên Îranê ve tê îdarekirin."
"Dê ewlehiya wan bikeve metirsiyê"
Hêzên Çekdar ên Îranê tekez kir mecbûrî ye hemû keştiyên di Tengava Hurmizê re derbas dibin tenê rêyên diyarkirî bi kar bînin.
Her wiha hat xwestin ku ew ji Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran destûrê bistînin.
Hêzên Çekdar ên Îranê her wiha got, "Binpêkirina van rêbazan dê ewlehiya derbasbûna wan bi awayekî cidî bixe metirsiyê."
Keştiyên leşkerî hatin hişyarkirin
Di daxuyaniyê de li ser mijara keştiyên biyanî jî ev hişyarî hat dayîn:
"Her wiha hişyarî tê dayîn ku ew keştiyên leşkerî yên ku hewl didin midaxeleyî îdareya Tengava Hurmizê bikin yan jî trafîkê asê bikin, dê ji aliyê Hêzên Çekdar ên Îranê ve werin hedefgirtin."
