Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê, Amerîka hişyar kir û ragihand ku ew di ti dan û standin û pêvajoyên agirbestê de rê nadin "zêdegaviyên Washingtonê."
Şêwirmendê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Muhsîn Rezayî li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê peyamek belav kir û ragihand:
"Em ne di dan û standinan de û ne jî di pêvajoya agirbestê de rê nadin zêdegaviyên Amerîkayê."
Rezayî di peyama xwe de amaje bi şêwaza bersiva Tehranê kir û nivîsî:
"Bersiva her gulereşandin û destdirêjiyan dê barana mûşek û dronan be."
Ev hişyariya şêwirmendê Rêberê Îranê piştî wê yekê tê ku destê sibehê Birêvebiriya Pêwendiyên Giştî ya Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniyekê de êrişeke bi dron û mûşekan a li baregehên Amerîkayê yên li welatên herêmê piştrast kir.
Êrişa li tankera petrolê
Li gorî daxuyaniya Supaya Pasdaran, ew êriş wekî bersiveke êrişa Amerîkayê ya li tankereke petrolê ya Îranê ya bi navê "Panaya" hatine kirin.
Îran dibêje ku ew keştî ya Amerîka û Îsraîlê ye.



