Hewlêr (Rûdaw) - Heta niha nêzîkî 250 gorên bikom ên enfalkiriyên Kurd hatine dîtin lê li gorî Wezareta Karên Şehîd û Enfalkiriyan tenê 25 gor hatine vekirin.
Birêvebirê Gorên Bikom ê Wezareta Karên Şehîd û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê Aram Nûrî ji Rûdawê re got:
"Li gorî pîvandinên ku bi rêya peykan hatine kirin, hejmara gorên bikom di navbera 200 û 250î de ye.
Ji wê hejmarê tenê 25 gorên bikom ên Kurdan li 17 herêmên cuda yên Îraqê hatine vekirin; ev jî dilopek e ji deryayê."
Li gorî amara Wezareta Karên Şehîd û Enfalkiriyan, ji sala 2004an û vir ve heta niha tenê termên 3 hezar û 635 şehîdên enfalkirî hatine dîtin.
Gorên li çolên Semawayê
Aram Nûrî li ser cihên goran got, "Piraniya gorên bikom li çolên Semawayê yên li parêzgeha Musenayê ne lê li Hemrînê ya li Diyalayê û li Mûsilê jî gorên bikom ên Kurdan hene û hatine dîtin."
Piraniya wam herêmên ku li Semawayê gorên bikom li wan hatine dîtin li navçeya Til Şêxiyeyê ne ku enfalkiriyên Deşta Koyeyê, Kerkûk, Çemçemal û Germiyanê birine wê derê.
Aram Nûrî anî zimên ku hinek ji gorên bikom li Busteyê ne ku Barzaniyên enfalkirî li wan hatine windakirin.
Nugreselman
Li gorî amarên ku Wezareta Karên Şehîd û Enfalkiriyan dane Rûdawê, "Tenê li Keleha Nugreselmanê 4-5 hezar Kurd hatine zîndanîkirin, şkence li wan hatiye kirin û rastî komkujiyê hatine."
Kesên ku ji tawanê Enfalê rizgar bûne, piraniya wan çîrokên trajîk ên li Nugreselmanê vedibêjin ku jin, zarok û mêr bêyî cudahiya temen rastî şkenceyê hatine, destdirêjî li wan hatiye kirin û piştî mirinê jî termên wan dane kûçikên çolê.
Aram Nûrî derbarê vê yekê jî wiha axivî:
"Beşeke zêde ya enfalkiriyan li çolên Semawayê rastî komkujiyê hatine û hatine windakirin, hemû nebirine Nugreselmanê ku wekî zîndanê hatiye bikaranîn, beşek ji wan her li çolê bi komî hatine kuştin."
Li gorî gotina wî, şêniyên Deşta Koyeyê, Çemçemal, Kerkûk û Germiyanê li çola Til Şêxiyeyê ya li nêzîkî baregeha Nugreselmanê hatine windakirin.
Celadê Nugreselmanê
Baregeha Nugreselmanê girêdayî bajarê Semawayê ye, yek ji berpirsên wê yên sereke Ecac bûye ku li cem Kurdan wekî "Celadê Nugreselmanê" tê naskirin.
Piştî ku hat dîtin û desteserkirin, 14ê Gulana 2026an ji aliyê Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê ve cezayê bidarvekirinê lê hat birîn.
