Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro ji ber daketina bihayê dolarê Amerîkayê, bi rêjeya ji sedî 1 bilind bû. Veberhêner û bazirgan jî bi geşbînî li îhtimala peymana di navbera Îran û Amerîkayê de dinêrin. Ev yek îro, di roja ewil a vekirina bazaran de bû sedema daketina bihayê petrolê û dolarê Amerîkayê. Zêr biha bû Bihayê zêr îro piştî ku bi rêjeya ji sedî 1,1 bilind bû, onseke wî bi 4 hezar û 560 dolarî hat kirîn û firotin. Şîrovekarê şirketa şêwirmendiyê ya KCM Tradeyê Tim Waterer li ser vê mijarê eşkere kir: "Donald Trump bazar ji bo peymana di navbera Amerîka û Îranê û vekirina Tengava Hurmizê geşbîn kir." Wî şîrovekarî anî zimên ku ev yek bûye sedem ku bihayê zêr zêde bibe.