Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê wekî doh û pêr, îro jî zêde bû.
Bihabûna petrolê piştî wê yekê hat ku Îranê êrişî pêgehên Amerîkayê yên li herêmê kir û Amerîkayê jî di bersivê de çend cihên li Girava Qişmê kirin armanc.
Piştî vebûna bazarên Asyayê, îro bihayê petrola brent bi rêjeya ji sedî 2 zêde bû û bermîlek bi 97 dolar û 6 sentan hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî zêdetirî dolarekî biha bû û bermîlek bi 94 dolar û 89 sentan hat firotin.
Aloziya leşkerî û bandora wê
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku Îranê bi dron û mûşekan êrişî Kuweyt û Behreynê kiriye lê wan bersiv daye êrişan.
Supaya Pasdaran a Îranê jî diyar kir ku wan êrişî navenda Fermandariya 5an a Amerîkayê kiriye.
Îran û Amerîkayê hefteya borî ragihandibû ku ew ji bo rawestandina şer gihîştine peymaneke seretayî lê her du aliyan hîn ti peyman mohr nekiriye.
Peymana seretayî û nezelalî
Birêvebirê Lêkolînan ê şirketa şêwirmendiyê ya Pepperstoneyê Chris Weston li ser vê mijarê got:
"Hefteya borî meyl ber bi cureyekî ji peymana lihevtêgihiştinê ve bû û hêviyeke mezin a bazaran hebû ku ev yek pêk were lê niha rewş nezelaltir e.
Ev nîşan dide ku her du alî bi helwesteke tundtir vedigerin ser maseyê dan û standinê.”
.webp&w=3840&q=75)


.webp&w=3840&q=75)