Hewlêr (Rûdaw) - Tumen îro jî li beramberî dolar bê qîmet bû. Bihayê dolar doh 1 hezar û 100 tumenî bilind bûbû û gihiştibû 174 hezar û 100 tumenî, dolar îro jî 400 tumenan biha bû. Niha dolarekî Amerîkayê bi 174 hezar û 500 tumenî tê kirîn û firotin Asta herî bilind û herî kêm Di 24 saetên dawî de asta herî bilind a dolar a li beramberî tumen 175 hezar û 300 tumen bû û asta herî kêm jî 162 hezar û 300 tumen bû. Bihayê niha yê dolar li gorî hefteya borî bi rêjeya ji sedî 1,69 daketiye lê belê di 6 mehên dawî de bi qasî ji sedî 53,74an bilind bûye.