Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku niha ne pêkan e ku Tirkiye di vê qonaxê de ji nû ve tevlî bernameya F-35an bibe.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, di rûniştineke Kongreyê de li ser vegera Tirkiyeyê ya bernameya F-35an û cezayên ji ber pergala parastina asmanî ya S-400an axivî.
Rubio diyar kir ku ji ber rêziknameyên qanûnî yên niha, ne pêkan e ku Tirkiye di vê qonaxê de ji nû ve tevlî bernameya F-35an bibe.
Ev daxuyaniyên Rubio piştî peyamên Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Tom Barrack hatin.
Tom Barrack gotibû ku krîza F-35an dikare bê çareserkirin.
Daxuyaniyên Barrack bû rojeva Kongreyê
Endama Demokrat a Kongreyê Dina Titusê di rûniştina Komîteya Karên Derve ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê de mafê axaftinê wergirt.
Titusê amaje bi wê yekê kir ku daxuyaniyên dawî yên Tom Barrack li dijî polîtîkayên Amerîkayê yên demdirêj in.
Titusê gotinên Barrack ên "divê Tirkiye ji nû ve tevlî bernameya F-35an bibe" bi bîr anîn.
Wê ji Wezîrê Karên Derve Marco Rubio pirsî ka Tirkiye dikare balafirên şer ên F-35an bikire yan na.
Rubio jî bi bîr anî ku Tirkiye di destpêkê de yek ji hevbeşên bernameya F-35an bû.
Wî eşkere kir ku sedema derxistina ji bernameyê, kirîna pergala parastina asmanî ya S-400an e ku ji Rûsyayê hatiye kirîn.
Rubio li ser bibîrxistina Endama Kongreyê Titusê ya ku "Tirkiye hîn jî di bin cezayan de ye", tekez kir ku ev mijar ne pirsgirêkeke siyasî ye lê pirsgirêkeke yasayî ye.
Rubio li ser vê mijarê got, “Ev mijar bi qanûnê tê diyarkirin. Niha vebijêrkeke me ya wiha nîne çimkî qanûn destûrê nade vê yekê.
Xalên pêwendîdar ên Qanûna Desthilatdarkirina Parastina Neteweyî vê yekê bi awayekî eşkere nîşan didin.”
Wî da zanîn ku di şert û mercên niha de qada tevgerekirinê ya Washingtonê sînordar e.
Li ser xeta Enqere-Washingtonê lêgerîna çareseriyê didome
Ev daxuyaniyên Rubio di demekê de hatin ku tê nirxandin îdareya Trump ji bo çareseriya krîza F-35 û S-400an a bi Tirkiyeyê re li rêyekê digere.
Tirkiye piştî ku ji Rûsyayê pergalên S-400an kirîn, sala 2019an ji bernameya F-35an hatibû derxistin.
Piştî wê jî rastî cezayên CAATSAyê yên Amerîkayê hatibû.
Enqere jî dibêje ku ev biryar neheqî ye û daxwaz dike ku hem ji nû ve tevlî bernameyê bibe hem jî qerebûya hilberînên wê yên berê were kirin.
Barrack: Ev xitimandin dînîtî ye
Piştî gotinên Rubio yên li Kongreyê, Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê Tom Barrack jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.
Barrack bersiv da rexneyên li Kongreyê yên li ser xwe û diyar kir ku ew li pişt daxuyaniyên xwe yên berê ye.
Wî krîza F-35an a di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ya ku bi salan e didome, careke din wekî “dînîtî” bi nav kir.
Barrack tekez kir ku Tirkiye yek ji endamên girîng ên NATOyê ye û îdia kir ku ji vê rewşa niha herî zêde Rûsya sûdê dibîne.
“Dibe ku di nava çend mehan de çareserî pêk bê”
Barrack da zanîn ku çareserî dikare di çarçoveya qanûnên Amerîkayê de were dîtin.
Wî bal kişand ser pêwendiyên di navbera Serok Donald Trump û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de û her wiha dîplomasiya ku Wezîrê Karên Derve Rubio bi rê ve dibe.
Barrack mijar wiha nirxand:
“Pênasekirina vê xitimandina demdirêj wekî 'dînîtiyê' aqilmendiyeke eşkere ye.
Pirsgirêka S-400an li ser bingeha pêwendiya bihêz a kesane ya navbera Serok Trump û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û bi dîplomasiya hestiyar a Wezîr Rubio, dikare di nava çend mehan de bê çareserkirin û divê bê çareserkirin.”
Barrack tekez kir ku divê her çareseriyek li gorî qanûnên Amerîkayê be û wî got ku ji bo vê yekê divê xwedîbûn û karkirina pergalên S-400an bi awayekî ku were piştrastkirin bê bidawîanîn.
Her wiha wî got, “Dê ji standartên ewlehiyê yên Amerîkî ti tawîz neyên dayîn.”


.webp&w=3840&q=75)
