Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê keştiya balafiran a mezin USS Nimitz li ser sînorê Kubayê bi cih kir û hebûna xwe ya leşkerî zêde kir.
Wezareta Dadê ya Amerîkayê, îdianameyek eşkere kir ku tê de serokê berê yê Kubayê Raul Castro û berpirsên din bi "avakirina komployê ya bi armanca kuştina welatiyên Amerîkayê" tên tawanbarkirin.
Pişt re Serokê Amerîkayê Donald Trump îdia kiribû ku dê Castro bi vîna xwe yan jî bi zorê bibin Amerîkayê.
Piştî van hemû rûdanan, îdareya Amerîkayê ragihand ku wan keştiya balafiran a USS Nimitzê (CVN 68) li Karayîpan bi cih kiriye.
Keştiya Nimitzê li Karayîpan e
Fermandariya Qada Başûr a Amerîkayê (SOUTHCOM) li ser hesabê xwe yê tora civakî yê Xê li ser mijarê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku keştiya balafiran a USS Nimitzê ku Yekîneya Baska Asmanî ya Keştiya Balafiran a 17an (CVW-17) tê de ye, bi keştiyên şer ên USS Gridley (DDG 101) û USNS Patuxent (T-AO 201) re li Karayîpan hatiye bicihkirin.
Di daxuyaniyê de gef hat xwarin û hat gotin ku USS Nimitzê ji Tengava Taywanê heta Kendava Ereban li çar aliyên cîhanê "şiyana xwe ya şer îspat kiriye."
Hêzên Deryayî yên Amerîkayê meha adarê ragihandibû ku dema peywira USS Nimitzê ku yek ji keştiyên herî mezin ên şer ên cîhanê ye bi qasî salekê hatiye dirêjkirin.
Lê belê di vê pêvajoyê de cihê peywira wê ya nû nehatibû eşkerekirin.
Çi bûbû?
Serokê Amerîkayê Donald Trump 30ê Kanûna Paşîn biryarnameyeke serokatiyê îmze kiribû.
Bi vê biryarnameyê, bacên gumrikê dihatin sepandin li ser hemû kel û pelên wan welatan ku petrolê difiroşin Kubayê yan jî pêşkêş dikin.
Koşka Spî îdia kiribû ku armanca vê biryarê ew e ku berjewendiyên ewlehiya neteweyî û siyaseta derveyî yên Amerîkayê li hemberî "çalakî û polîtîkayên zerermend" ên Kubayê biparêze.
Trump di daxuyaniyên xwe yên li ser Kubayê de anîbû ziman ku dê piştî Îranê berê xwe bidin wî welatî û bi birêvebiriya Havanayê re biaxivin.
Wî her wiha îdia kiribû ku Kuba "dewleteke rûxiyayî" ye.
Serokê Kubayê Miguel Diaz-Canel jî destnîşan kiribû ku Amerîka ji bo desttêwerdana leşkerî ya li welatê wî li hincetan digere.
Wî hişyarî dabû û gotibû di rewşeke wiha de herêm dê bibe gola xwînê.
