Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte ji hevpeymaniyê xwest ku êdî gelekî xwe nespêrin Amerîkayê.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte piştî rahênaneke leşkerî ya li herêma Revinge ya Swêdê ji rojnamegeran re got:
"Pêwîst e ev xwespartina zêde raweste û em zêde xwe nespêrin Amerîkayê.
Rast e ku pêwîst e em vê hevsengiyê ji nû ve ava bikin ku Amerîka jî karibe zêdetir bala xwe bide eniyên din."
Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson di heman kongreya rojnamegeriyê de diyar kir ku Swêd "heta ku ji dest tê alîkariya Ukraynayê dike ku ew êrişên xwe di rêyeke rast de bikin."
Hikûmeta Swêdê da zanîn ku ji sala 2022yan ve ew piştgiriya "hewlên Ukraynayê dikin ji bo gihîştina aştiyeke dadperwerane û berdewam a li ser bingeha yasaya navneteweyî û peymannameya Neteweyên Yekbûyî."
