Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê pejirand ku pergala mûşekan a Hawkê ya ku bihayê wê 108,1 milyon dolar e bifiroşe Ukraynayê.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, ev firotina ku bihayê wê 108,1 milyon dolar e, romorkên ku dikarin werin sazkirin, modîfîkasyonên girîng, piştgiriya parastinê, perçeyên cihgir, kel û pelên serfkirinê, aksesuar û piştgiriya parastinê li xwe digire.
Hêza parastinê ya Ukraynayê xurt dibe
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi vê pakêta firotinê re dê kapasîteya Ukraynayê ya li dijî gefên niha û yên paşerojê were bipêşxistin.
Piştî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê divê Kongreya Amerîkayê jî vê firotinê bipejirîne.
