Hewlêr (Rûdaw) - Malpera Axiosê ya Amerîkayê li ser
zarê du berpirsên ku nexwestiye navê wan were eşkerekirin ragihand ku Serokê
Amerîkayê Donald Trump doh li ser mijara şerê li Îranê bi tîma xwe ya ewlehiya
neteweyî re civiyaye.
Li gorî wan çavkaniyên ku rasterast bi Serokê Amerîkayê re
peyivîne, eger di xuleka dawî de peymanek çênebe, "Trump bi awayekî cidî
li ser êrişên nû yên li Îranê difikire."
Çavkaniyeke nêzîkî Trump û çavkaniyeke din a agahdar ji
Axiosê re ragihandiye ku di çend rojên borî de Trump ji ber dan û standinên bi
Îranê re gelekî bêzar û dilgiran bûye.
Ew her du çavkanî dibêjin ku Trump roja sêşemê ji
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re gotiye ku ew dixwaze derfeteke din
bide dîplomasiyê lê belê heta şeva pêncşemê, meyla wî zêdetir li ser dayîna
fermana êrişê bûye.
Çavkaniyeke nêzîkî Trump eşkere kiriye ku Serokê Amerîkayê
qala îhtimaleke operasyoneke leşkerî ya mezin kiriye ku pişt re karibe serkeftinê
ragihîne û dawî li şer bîne lê hîn ti nîşane nînin ku Trump biryara dawî ya şer
dabe.
Hewlên dîplomatîk ên Pakistan û Qeterê
Civîna roja înê ya Trump di demekê de bû ku Sererkanê
Pakistanê Asim Munîr wekî hewla dawî ya ji bo kêmkirina aloziyan û
rêlibergirtina destpêkirina şer çûbû Tehranê.
Roja înê her wiha şandeyeke Qeterê jî ji bo piştgiriya dan û
standinan gihîşt Tehranê.
Tê çaverêkirin ku Munîr îro bi Fermandarê Supaya Pasdaran a
Îranê Ehmed Wehîdî re bicive ku ew di biryarên Îranê de kesayetiyekî girîng e.
Berpirsekî Amerîkayî yê ku agahdarî hewlên dîplomatîk e ji
Axiosê re gotiye ku dan û standin "bi êş û dijwar in."
Wî her wiha destnîşan kiriye ku reşnivîsa peymanan "her
roj tê guhertin û diçin û tên" lê ti bipêşketinên berbiçav nînin.
Çavkaniyan ji Axiosê re ragihandiye ku Cîgirê Serok JD
Vance, Wezîrê Şer Pete Hegseth, Birêvebirê CIAyê John Ratcliffe, Seroka
Nivîsgeha Koşka Spî Susie Wiles û çend berpirsên din bi Trump re beşdarî civînê
bûne.
Lê belê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji ber
gera xwe ya Ewropayê û General Dan Caine ji ber beşdariya ahenga mezûniyeta
Akademiya Deryayî nekariye beşdar bibin.
Di civînê de li ser rewşa dan û standinan û bijardeyên li
ber dest eger dan û standin bi ser nekevin agahdarî dane Trump.
Trump naçe daweta kurê xwe
Çend saet piştî civînê, Koşka Spî guhertinek di bernameya roja
yekşemê ya Trump de ragihand.
Biryar e Trump piştî gotara êvara înê ya li New Yorkê, li
şûna ku biçe tîma xwe ya golfê ya li Bedminsterê, rasterast vegere Washingtonê.
Trump li ser hesabê xwe yê tora civakî Truth Social nivîsiye
ku ew vê hefteyê beşdarî ahenga zewaca kurê xwe Donald nabe.
Trump sedema vê yekê bi "rewşa girêdayî hikûmetê û
hezkirina min a ji bo Amerîkayê" ve girê daye.
Trump nivîsiye, "Ez hîs dikim ku di vê dema hestyar de
li Koşka Spî ya li Washingtonê bimînim girîng e."
Peyman ne nêzîk e
Roja înê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku dan û
standin didomin lê peyman ne nêzîk e.
Li aliyê din, Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê roja înê li ser zarê
çavkaniyeke nêzîkî tîma dan û standinan a Îranê ragihandiye:
"Dan û standinên li ser mijarên aloz hîn didomin û heta
niha ti encamên dawî bi dest neketine."
Wê çavkaniyê her wiha aniye zimên ku niha giranî hatiye
dayîn li ser "bidawîanîna şer" û heta ev pêk neyê li ser ti mijarên
din dan û standin nayên kirin.
Di şeş hefteyên borî de çend caran wisa xuya bûye ku Trump
nêzîkî destpêkirina şer e lê pişt re poşman bûye.
Axiosê nivîsand:
"Hinek çavkaniyên nêzîkî dan û standinan hîn bawer
dikin ku di 24 demjimêrên bê de derfetek heye ku bigihêjin cureyekî peymanê.
Lê ew çavkaniyên ku agahdarî ramanên Trump in dibêjin, wisa
xuya dike ku Serokê Amerîkayê amade ye serî li karê leşkerî bide, eger di dan û
standinan de tiştekî çaverênekirî rû bide."
