Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgara Porto Rîkoyê Jenniffer Gonzalezê li ser êrişeke leşkerî ya gengaz a Amerîkayê ya li ser Kubayê got, "Hefteya bê li dijî Kubayê êrişek tê plankirin."
Jenniffer Gonzalezê di daxuyaniya xwe ya ji bo medyaya cihî de angaşt kir ku plana artêşa Amerîkayê ya ji bo êrişeke li ser Kubayê heye.
Gonzalezê diyar kir ku di destwerdana leşkerî ya 3yê Kanûna Paşîn a li dijî Venezuelayê de axa Porto Rîkoyê hatiye bikaranîn.
Wê her wiha îdiaya "Hefteya bê li dijî Kubayê êrişek tê plankirin" anî zimên.
Şerê sar û destwerdanên leşkerî
Gonzalezê destnîşan kir ku Amerîka li dijî Çîn, Rûsya û Îranê şerekî nû yê sar dimeşîne û li pey çû:
"Heta beriya çend rojan em di nav şerekî li gel Venezuelayê de bûn û hefteya bê jî dê şerê me yê li gel Kubayê hebe."
Berteka Kubayê: Dê wekî sûcdarên şer derbasî dîrokê bibin
Wezîrê Karên Derve yê Kubayê Bruno Rodriguez Parilla gotibû ku Amerîka bi kiryarên xwe aştiya navneteweyî û ewlehiyê xera dike.
Parilla di Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de axivîbû û ragihandibû ku kesên fermana êrişeke leşkerî ya li ser Kubayê bidin dê wekî "sûcdarên şer" derbasî dîrokê bibin.
