Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ragihand ku pesendkirina peymaneke dirêjkirina agirbesta şerê li Îranê gelekî nêzîk bûye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo vê yekê roja înê li "Jûra Krîzan" a li Koşka Spî civîneke lezgîn li dar xist ku "biryara dawî" bide.
Civînê nêzîkî du saetan berdewam kir lê ti biryar ji bo raya giştî nehatin ragihandin.
Heger peyman were îmzekirin dê çi bibe?
Peymana ku niha behsa wê tê kirin tenê têgihîştineke destpêkê ye. Li gorî vê têgihîştinê, agirbesta di navbera her du welatan de dê ji bo 60 rojên din were dirêjkirin.
Di vê navberê de dê her du alî li ser hûrgiliyan û bi taybetî li ser mijara jinavbirina uranyuma dewlemendkirî ya Îranê li hev bikin.
Şertên Trump çi ne?
Trump li ser torên civakî ragihand ku wan li ser çend xalan li hev kiriye lê şertên xwe yên sereke jî wiha rêz kirin:
1. Amerîka dê hemû uranyuma Îranê ya ku di asteke bilind de hatiye dewlemendkirin derxîne û ji nav bibe.
2. Divê Îran yekser Tengava Hurmizê veke û hemû mayînên ku li wir danîne rake.
3. Divê Îran razî bibe ku "ti carî nebe xwediyê çekên nukleer."
4. Trump li ser pereyên Îranê yên hatine blokkirin jî got, "Heta agahdarkirineke din ti pere nayên guhertin."
Şertên Îranê çi ne?
Rayedarekî Îranê ji rojnameya Washington Postê ya Amerîkayê re gotiye ku baweriya serkirdayetiya welatê wî bi Trump nayê.
Wî rayedarî anî ziman ku di salekê de dema ku ew mijûlî dan û standinan bûn du caran êrişî wan hatiye kirin.
Carekê ji aliyê Îsraîlê ve û carekê jî ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve bi hev re êrişî wan hatibû kirin.
Ji ber vê yekê şertê Îranê heye ku di qonaxa yekem de, berî ku Tengava Hurmizê veke, divê Amerîka bi milyaran dolarên wê yên blokkirî azad bike û ambargoya li ser benderên wê jî rake.
Daxuyaniya Qalîbaf
Serokê tîma dan û standinan a Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf doh got:
"Baweriya me bi gotin û sozan nîne, tenê kiryar dibe pîver.
Heta ku aliyê din gavan neavêje em tiştekî nakin."
Her wiha wî gef xwar ku eger bi rêya dan û standinan mafên wan neyên dayîn, ew dê bi mûşekan bi dest bixin.
Rola navbeynkaran û daxuyaniyên dawî
Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance anî ziman ku "Îranî peymanê dixwazin" lê hîn li ser hinek gotin û têgehan pirsgirêk hene, bi taybetî di mijara dewlemendkirina uranyumê de.
Yek ji pirsgirêkên din jî ew e ka ev agirbest dê şerê di navbera Îsraîl û Libnanê de jî li xwe bigire yan na.
Biryar e 2 û 3yê Hezîranê rayedarên leşkerî yên Libnan û Îsraîlê li Pentagonê ji bo gotûbêjkirina vê mijarê bicivin.
Gefên nû yên Trump
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent roja pêncşemê got heta ku Îran Tengava Hurmizê veneke ew dê tiştekî nedin wî welatî.
Rayedarekî Pakistanî yê ku agahdarî dan û standinan e ji Washington Postê re gotiye ku Amerîka razî bûye wekî gaveke ji bo çêkirina baweriyê, her ji destpêka peymanê ambargoya li ser benderên Îranê rake.
Trump di civîna bi kabîneya xwe re amaje bi Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth kir û got:
"Ez bawer dikim Îran niha tiştê ku divê bide me dide.
Heger wiha bikin gelekî baş e lê heger nekin, ew zilamê ku li milê min ê çepê rûniştiye dê dawî li wan bîne."
