Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov destnîşan kir ku midaxeleya Hêzên Deryayî yên Fransayê ya li tankereke Rûsyayê ya petrolê neqanûnî ye û got ku ev kiryar mîna "korsaniya navneteweyî" ne.
Peskov li Moskowaya paytext ji rojnamegeran re axivî û midaxeleya Hêzên Deryayî yên Fransayê ya li tankera Rûsyayê nirxand.
"Ev kiryar di sînorê korsaniyê de ne"
Peskov eşkere kir ku ew midaxele ne li gorî hiqûqa navneteweyî ye û li pey çû:
"Em van neqanûnî dibînin û ev kiryar di sînorê korsaniya navneteweyî de ne."
Peskov diyar kir ku ew dê vê tecrubeya neyînî li ber çavan bigirin û ji bo parastina keştiyan tedbîrên zêde bistînin.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron îro ragihandibû ku Hêzên Deryayî yên Fransayê li Okyanusa Atlasê midaxeleyî tankereke Rûsyayê ya petrolê ya bi navê "Tagor" kiriye.
