Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê ragihand ku leşkerekî artêşa wî welatî di bûyereke rahênanê de li Herêma Kurdistanê miriye.
Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê li parlamentoya welatê xwe nûçe piştrast kir û wî ragihand ku malbata leşker xwestiye ku beriya belavkirina hûrgiliyên zêdetir dem bidin wan.
Daxuyaniya li ser tora civakî
Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê îro li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya Xê nûçe belav kir.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de wiha nivîsî:
"Bi êşeke kûr em piştrast dikin ku 31ê Gulana 2026an di rahênanekê de li bakurê Îraqê leşkerekî artêşa Brîtanyayê canê xwe ji dest da."
Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê John Healey di axaftinekê de li ber Encumena Giştî ya welatê xwe ev nûçe bi fermî ragihand û got:
"Bi xemgîniyeke kûr, divê ez encumenê agahdar bikim ku doh (yekşemê) di rahênanekê de li bakurê Îraqê leşkerekî canê xwe ji dest da."
Daxwaza malbata leşker
Hem Wezareta Parastinê û hem jî Wezîrê Parastinê bal kişand ser daxwaza malbata wî leşkerî.
Her du aliyan daxwaz kir ku "Di vê dema dijwar de rêz li taybetmendiya wan bê girtin."
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê de wiha hat gotin:
"Malbata wî karmendî hatiye agahdarkirin û wan daxwaza demekê kir da ku beriya hûrgiliyên zêdetir bên belavkirin mohlata wan hebe.
Di vê dema xemgîn de, bîr û hestên me bi malbat û hevalên wî re ne."
Wezîrê Parastinê jî li parlamentoyê li ser heman mijarê got:
"Ez dizanim di vê dema gelekî xemgîn de, dê bîr û hizrên encumenê bi malbat û yekîneya wî re bin."
