Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku hevjîna Serokê Amerîkayê Donald Trump, Melania Trump dê bi wî re neçe Çînê. Li gorî nûçeya South China Morning Postê (SCMP), ofîsa Melania Trumpê daxuyaniyek da û diyar kir ku "First Lady dê vê carê tevlî seferê nebe." Melania Trump, di serdema yekem a desthilata Serokê Amerîkayê de, sala 2017an tevlî serdana Pekînê bûbû. Li gorî daxuyaniya Koşka Spî, ji malbatê Eric Trump kurê Trump û Lara Trumpa bûka Trump dê di serdanê de bi Serok re bin. Şandeyeke berfireh bi Trump re ye Trump bi şandeyeke berfireh a ji navên siyasî û nûnerên şirketên Amerîkayê pêk tê diçe Çînê. Serdan îro dest pê dike û dê heta 15ê Gulanê bidome. Wezîrê Karên Derve Marco Rubio, Wezîrê Parastinê Pete Hegseth, Nûnerê Bazirganiyê Jamieson Greer û Misteşarê Koşka Spî Stephen Miller dê di serdanê de cih bigirin. Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent jî dê îro piştî temambûna dan û standinên aborî û bazirganiyê yên bi Çînê re yên li Seula paytexta Koreya Başûr, berê xwe bide Pekînê û tevlî şandeyê bibe. Her wiha şandeyeke kar a ji patron û nûnerên 17 şirketên Amerîkayê pêk tê ku Tesla, Apple û Nvidia jî di nav wan de ne, bi Trump re diçin Çînê. Tê pêşbînîkirin ku Trump îro bigihe Pekînê.