Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Uttar Pradeshê ya Hindistanê, ji ber ba û barana dijwar hejmara miriyan bû 89. Li gorî nûçeya India Todayê, bahoz û barana ku li gelek herêmên eyaletê bi bandor e, jiyana rojane têk biriye. Amar Berpirsan ragihand ku ji ber felaketê heta niha 89 kes mirine û 53 kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku herî zêde li bajarê Prayagrajê mirî hene û li wir 21 kes mirine. Her wiha li Bhadohiyê 14 kes û li Fatehpûrê jî 11 kes mirine. Zererên madî Li gorî agahiyan, ji ber şert û mercên xerab ên hewayê stûnên karebayê û dar ketine. Her wiha gelek xanî û otomobîl jî di nav bahozê de mane û zerereke mezin dîtiye. Karên tîmên rizgarkirinê yên li herêmê jî didomin.