Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump berovajî rêgezên dîplomatîk ragihand ku ew dê li ser firotina çekan a Taywanê bi Serokê wî welatî Lai Ching-te re biaxive.
Li gorî nûçeya CNNê, Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî merasîma mezûniyeta leşkerî ya li eyaleta Connecticutê vegeriya Washingtonê.
Donald Trump li Balafirgeha Joint Base Andrewsê pirsên rojnamegeran bersivandin.
Trump li ser pirsa "Gelo hûn dê berî biryara firotina çekan bi Lai re biaxivin?" got:
"Ez dê bi wî re biaxivim.
Ez bi her kesî re diaxivim. Em dê mijara Taywanê binirxînin."
Pêwendiyên Amerîka û Taywanê
Serokên Amerîka û Taywanê ji sala 1979an ve ku Washingtonê Komara Gel a Çînê nas kir, rasterast bi hev re neaxivîne.
Daxuyaniyên Trump ên li ser Lai Ching-te hefteyekê piştî serdana wî ya Pekînê hatin.
Hişyariya Şi Cinping
Serokê Çînê Şi Cinping di hevdîtina xwe ya bi Trump re de diyar kiribû ku eger mijara Taywanê bi awayekî guncav neyê çareserkirin, dibe ku pêwendiyên Çîn û Amerîkayê bikevin metirsiyeke mezin.
