Hewlêr (Rûdaw) - Marco Rubio ragihand ku Amerîkayê di
dan û standinên li gel Îranê de "hinek bipêşketin" bi dest xistine.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio destnîşan kir ku
wan hîn peyman îmze nekiriye.
Marco Rubio li Swêdê di çarçoveya civîna wezîrên karên derve
yên welatên endamên NATOyê de konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.
Rubio li ser gihîştina peymana bi Îranê re got:
"Em hîn negihîştine wê qonaxê. Hinek bipêşketin hene lê
ez naxwazim vê yekê mezin nîşan bidim."
Rubio anî ziman ku her kes dixwaze Amerîka bi Îranê re bigihêje
peymanekê û hêvî kir ku Tengava Hurmizê were vekirin û Tehran dest ji
"daxwazên xwe yên nukleerê" berde.
Paqijkirina Hurmizê ya ji mayînan
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê da zanîn ku çend welatan
daxwaza xwe ya ji bo xebata vekirina Tengava Hurmizê diyar kiriye.
Rubio tekezî li pêdiviya paqijkirina Tengavê ya ji mayînên
deryayî kir û ragihand ku eger Îran vekirina tengavê red bike wan planên xwe
yên alternatîf amade kirine.
Rubio eşkere kir ku ji bo alîkariya ji hevpeymaniya NATOyê
ya li ser Tengava Hurmizê ti daxwazên taybet nehatine kirin.
Wî destnîşan kir ku armanc xurtkirina şiyana hevpeymaniyê
ye.
Rubio her wiha diyar kir ku guherînên di tevgera hêzên
Amerîkayê de bi hevahengiya li gel welatên hevpeyman hatine kirin.
Marco Rubio destnîşan kir ku Îran hewl dide Umanê îqna bike ku
bi hev re bacê deynin ser keştiyên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin û hişyarî
da, "Ti welat vê yekê qebûl nake."
