Hewlêr (Rûdaw) - Sererkanê Pakistanê Asim Munîr di çarçoveya hewlên Îslamabadê yên ji bo navbeynkariya di navbera Îran û Amerîkayê de çû Îranê.
Serdana Asim Munîr rojekê piştî wê yekê tê Amerîkayê hêvî kir ku ji bo gihîştina bi peymaneke ku dawî li şerê li Rojhilata Navîn bîne bipêşketin çêbibe.
Agirbesta 8ê Nîsanê dawî li wî şerî anî ku 28ê Sibatê Amerîka û Îsraîlê dest pê kiribû lê heta niha hewlên dan û standinan nebûne sedema gihîştina bi peymaneke mayînde ya aştiyê.
Çavkaniyên ewlehiyê yên Pakistanê ji Ajansa AFPyê re ragihand:
"Îro Asim Munîr bi serdaneke fermî ber bi Komara Îslamî ya Îranê ve bi rê ket û dê li wir çend civînan li gel serkirdeyên Îranê bike."
Munîr kesayetiyekî xwedî bandor e li Pakistanê û di siyaseta derve ya welatê xwe de xwedî roleke berbiçav e.
Her wiha wî di wan gotûbêjên rasterast ên meha Nîsanê yên li Îslamabadê yên di navbera şandeyên Îran û Amerîkayê de roleke sereke lîst ku beşek bûn ji wan hewlên ku Pakistan bi hevahengiya li gel welatên herêmê dide.
Medyaya fermî ya Îranê roja pêncşemê belav kir ku Tehran li benda serdana Munîr e ji bo ku "gotûbêjên li gel berpirsên Îranê didomin."
Ev yek rojekê piştî wê hişyariya Serokê Amerîkayê Donald Trump hat ku ragihandibû dan û standin di navbera gihîştina bi peymanekê yan jî destpêkirina ducare ya êrişan de di "xaleke diyarker" de ne.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja pêncşemê ji rojnamegeran re got ku ew hêvî dike hewlên Pakistanê "karan bi pêş bixin."
Wî her wiha amaje bi bidestxistina hinek bipêşketinan di dan û standinan de kir.
Li gel agirbestê şerê gotinan cihê pevçûnên leşkerî girtiye lê rawestana rewşê didome û zextê li aboriya cîhanê dike û rewşeke nezelal aniye holê.
Meha borî Pakistanê mazûvaniya gereke dan û standinan kiribû ku piştî destpêkirina şer gotûbêja yekem a di navbera Washington û Tehranê de bû lê bi ser neket.
Ji wê demê ve her du aliyan çend pêşniyar guhertine lê ji ber berdewamiya gefan metirsiya destpêkirina şer hîn jî di rojevê de ye.
Trump roja çarşemê ji rojnamegeran re got:
"Mijar bi temamî di xaleke diyarker de ye.
Eger bersivên rast neyên destê me, dê rewş pir bilez xerab bibe.
Em hemû di asta herî bilind a amadehiyê de ne."
Îhtimala 'nîv bi nîv' a ji bo vekirina Tengava Hurmizê
Vê hefteyê Wezîrê Karên Navxwe yê Pakistanê Muhsîn Neqewî cara duyem di nava çend rojan de çû serdana Tehranê.
Piştî gihîştina wî, Îranê ragihand ku di çarçoveya gotûbêjên bidawîanîna şer de ew bersiveke Amerîkayê dinirxînin.
Li gel berdewamiya dan û standinan roja çarşemê Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ku meha borî serokatiya şandeya welatê xwe di dan û standinên Îslamabadê de kiribû, Washington bi hewldana ji bo destpêkirina ducare ya şer tohmetbar kir û hişyariya "bersiveke tund" da ku êrişî Îranê were kirin.
Helwesta Amerîka û Îranê li ser çend mijaran ji hev cuda ye ku ya herî berbiçav dosyeya nukleerî ya Tehranê, ceza û sînordarkirina çûn û hatina keştiyan a li Tengava Hurmizê ye ku rêyeke avî ya girîng.
Paşeroja Tengava Hurmizê hîn jî xaleke sereke ya nakokiyê ye di dan û standinan de ku metirsî heye aboriya cîhanê ji ber kêmkirina yedeka petrola cîhanî zerereke mezintir bibîne.
Şêwirmendê Serokatiya Îmaratê Enwer Qerqaş roja înê ragihand ku îhtimala gihîştina Washington û Tehranê ya bi peymanekê ya li ser vekirin an venekiriina Tengava Hurmizê "nîv bi nîv" e û got:
"Berpirsên Îranê di nava salan de gelek derfet ji dest dane ji ber ku ji mezinkirina qebareya kartên di destê xwe de hez dikin.
Ez hêvî dikim vê carê wiha nekin."
Qerqaş diyar kir ku divê Tengava Hurmizê ya ku Îranê ji destpêka şer ve bi awayekî pratîkî girtiye û ragihandiye ku komîteyek ji bo birêvebirina wê pêk aniye, vegere rewşa xwe ya asayî.
Qerqaş her wiha hişyarî da ku peymaneke nezelal li ser vê mijarê neyê îmzekirin û anî ziman:
"Ew dan û standinên ku tenê armanca wan gihîştina bi agirbestê ye û tovên alozî û pevçûnên zêdetir di paşerojê de diçînin, ne ew tişt e ku em lê digerin.
Bi baweriya min divê Tengava Hurmizê vegere rewşa xwe ya berê ku rêyeke avî ya navneteweyî be."
Îranê di çarçoveya bersivên xwe yên dema şer de sînor danîbûn ser Tengava Hurmizê û tenê destûr dida hejmareke sînordar a keştiyên welatên "dost" derbas bibin ku ew jî bi pesendkirina pergala wergirtina baca derbasbûnê ye.
Li Brukselê jî îro Yekîtiya Ewropayê rê xweş kir ku cezayê li ser wan "kes û saziyên" Îranê werin sepandin ku Tengava Hurmizê digirin.
Yekîtiya Ewropayê biryar da ku çarçoveya cezayên li ser Tehranê berfirehtir bike ku wan kes û saziyan jî bigire nav xwe ku di wan karan de cih digirin û gefê li azadiya keştivaniyê ya li Rojhilata Navîn dixwin.
