Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Çînê ragihand ku ji
ber teqîna gazê ya di kaneke komirê ya li bakurê Çînê de zêdetirî 80 kesî
mirine.
Teqîn şeva înê li kana komirê ya Liushinyuyê ya li herêma
Şansiyê ya Çînê dema ku 247 karker li binê erdê dixebitîn rû da.
Li gorî rapora kanala fermî CCTVyê heta niha mirina 82 kesan
û windabûna 9 kesên din hatiye piştrastkirin.
Li gorî raporê, hejmara qurbaniyan pir bilez zêde bûye ku destpêkê
tenê mirina 8 kesan hatibû ragihandin.
Serokê Çînê Şi Cinping xwest ku "hemû hewl" ji bo
dermankirina birîndaran û lêpirsîna hûrgilî ya li ser bûyerê werin dayîn.
"Divê hemû sazî dersê ji vê karesatê wergirin"
Serokê Çînê tekez kir ku divê hemû herêm, dezgeh û sazî ji
vê karesatê dersê wergirin û her dem li ser silametiya cihê kar hişyar bin ku
rê li ber bûyerên mezin û diltezîn bigirin.
Ajansa Xinhuayê amaje pê kiriye ku ji ber bilindbûna rêjeya
gaza yekemoksîda karbonê, gelek karkerên din li binê erdê asê mane û rewşa
tenduristiya hinekan ji wan nebaş e.
Herêma Şansiyê yek ji navçeyên feqîr ên Çînê ye û wekî
navenda sereke ya kanên komirê ya li wî welatî tê naskirin.
Her çi qas di çend salên borî de mercên silametiyê yên di kanan
de hatibin başkirin jî bûyerên bi vî rengî pir ducare dibin çimkî pir caran
rênimayî bi hûrgilî nayên bicihanîn.
Çîn bikarhênerê herî mezin ê komirê ye li cîhanê û herî zêde
gazên zererker berdide nav hewayê.
Ev di demekê de ye ku ew welat bi lezeke pir zêde mijûlî bicihanîna
pergalên enerjiya nûjenbar e ku ji vê qonaxê derbas bibe û bingeha nû ji bo
sektora enerjiyê deyne.
