Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ragihand ku ew dê li hemberî destjêberdana ji uranyuma dewlemendkirî cezayên li ser Îranê "sivik" nekin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di pêwendiyeke telefonî ya bi PBS Newsê re pirsa "Gelo peymana niha tê wê wateyê ku dê Îran li hemberî rakirina cezayan dest ji uranyuma xwe ya dewlemendkirî berde?" wiha bersivand:
"Na, na, bi ti awayî. Na, ceza sivik nabin."
Serokê Amerîkayê ducare kir ku destjêberdana Îranê ya ji uranyuma dewlemendkirî ne ji bo sivikkirina cezayan e û got, "Na, na, bi ti awayî wiha nabe."
Peymanên Abrahamê û Erebistana Siûdî
Trump li ser Peymanên Abrahamê di pêwendiyên xwe yên bi serkirdeyên Erebistana Siûdî, Urdin, Misir û çend welatên din re de diyar kir ku pêwîst e ew jî tevlî peymanê bibin.
Dema jê hat pirsîn "Eger ti rê ji bo avakirina dewleta Filistînê nînin, çima divê Şahzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman tevlî peymanê bibe?" Trump got:
"Çimkî ev ji bo Erebistana Siûdî gelekî baş e. Ji bo Erebistana Siûdî baş e."
Reşnivîsa Îslamabadê û daxwazên Îranê
Ev gotinên Trump di demekê de ne ku televîzyona fermî ya Îranê "çarçoveya destpêkê ya lihevtêgihîştinekê" belav kir ku bi navbeynkariya Pakistanê bi Washingtonê re li ser tê xebitîn.
Ev çarçove ji bo rawestandina şer a bi temamî ye û tê de tê gotin, "Divê Amerîka pêbendî rakirina cezayên li ser Îranê û vekişîna ji hemû herêmên nêzîkî axa Îranê be."
Li gorî medyaya fermî ya Îranê, dibe ku çarçoveya lihevtêgihîştina Îslamabadê di bidawîanîna wî şerî de bibe xaleke werçerxanê.
Di van çend rojan de jî dê çavdêriya dawî li ser metnê bê kirin.
Îran diyar dike ku ev metna hatiye ragihandin ne metna dawî ye.
Li gorî wê reşnivîsa ku Îran qalê dike 14 xal hene û xalên herî sereke rakirina cezayên li ser Îranê û rêdana wan keştiyan e ku ber bi Îranê ve diçin yan jî ji Îranê tên.
Her wiha pêbendbûna Îranê ya bi garantiya derbasbûna heman hejmara keştiyên beriya şer ên di Kendav û Deryaya Umanê re jî di nav xalan de ye.
Her li gorî wê reşnivîsê, birêvebirina korîdorên deryayî, pişkinîn an nepişkinîna keştiyan û wergirtina bacan dê bi hevahengiya bi Umanê re di destê Îranê de be.
Li gorî medyaya fermî ya Îranê, ev xal keştiyên leşkerî li xwe nagirin.
Her wiha Îran daxwaza vekişîna hemû hêzên Amerîkayê yên ku li nêzîkî Îranê hatine bicihkirin dike lê pirsa ku gelo ew hêzên berê li wir bûn an tenê yên nû hatine dê li xwe bigire derdikeve holê.
Koşka Spî daxuyaniya Îranê red kir
Koşka Spî piştî belavkirina wê reşnivîsê di daxuyaniyekê de ew wekî "çêkirî" pênase kir û ragihand:
"Ev rapora medyaya kontrolkirî ya Îranê ne rast e û ew tişta ku wan belav kiriye derew e.
Nabe ku kes baweriyê bi tiştên ku medyaya fermî ya Îranê belav dike bîne, rastî girîng in."
