Hewlêr (Rûdaw) - Li başûrê Kolombiyayê di navbera du komên çekdar de pevçûn derket û li gorî agahiyên destpêkê 50 kes mirine.
Li gorî nûçeyên medyaya neteweyî, pevçûn li çoltera San Jose del Guaviareyê ya girêdayî herêma Guaviareyê derketiye.
Pevçûn di navbera du komên mixalif yên ku ji endamên berê yên Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) pêk tên qewimiye.
Di pevçûnê de ji her du aliyan 50 kes mirine ku rayedarên payebilind jî di nav wan de ne.
Li ser herêmên stratejîk şer dikin
Li gorî artêşê, pevçûn di navbera baskê FARCê yê Estado Mayor Central (EMC) û EMBFê de derketiye.
Serkêşê EMCyê Nestor Gregorio Verayê bi nasnavê "Ivan Mordisco" û yê EMBFê jî Alexander Diaz Mendozayê bi nasnavê "Calarca" ye.
Ev her du komên çekdar demeke dirêj e şer dikin.
Kom hewl didin kontrola herêmên stratejîk ên li başûrê naverasta Kolombiyayê bixin destê xwe.
Artêşê hêz şandin herêmê
Artêşa Kolombiyayê daxuyaniyek da û eşkere kir ku wan yekîneyên leşkerî şandine herêma pevçûnê.
Artêşê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir:
"Heta vê demê, yekîneyên me yên girêdayî Lîwaya 22yan li çoltera San Jose del Guaviareyê hebûna xwe didomînin.
Armanca operasyonê ew e ku em xelkê sivîl biparêzin, ewlehiyê xurt bikin û kontrola herêmî bidomînin.
Her wiha em dixwazin rêzê li mafên mirovan û qanûnên Hiqûqa Mirovî ya Navneteweyî bigirin."
Peymana 2016an û parçebûn
Sala 2016an di navbera dewlet û FARCê de peymana aştiyê hatibû îmzekirin.
Lê hinek endamên berê yên FARCê ev peyman red kir û çekên xwe danenîn.
Ev kom bi demê re parçe bûn û dest bi şerê li dijî hev kir.
Şerê di navbera FARC û dewletê de 53 salan ajotibû.
Serokkomarê Kolombiyayê yê wê demê Juan Manuel Santos û Serokê FARCê Rodrigo Londono 24ê Çiriya Paşîn a 2016an peymana aştiyê îmze kiribû.
Ev peyman li Şanoya Colonê ya dîrokî ya li Bogotaya paytext hatibû îmzekirin.
