Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed, piştî rêzecivînên
girîng, planên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên ji bo demsala çandiniyê eşkere
kirin.
Plan, tedbîrên li dijî şewatan, mekanîzmaya kirîna genim
û awayê dayîna pereyê cotkaran li xwe digirin.
Di civînên ku bi amadebûna wezîr, parêzgar û rayedarên
payebilind hatin lidarxistin de, biryar hat dayîn ku ji bo rûbirûbûna şewatan,
li bajarên mezin ên wekî Serê Kaniyê, Dêrik, Qamişlo, Hisîça û Şedadê xalên
agirvemirandinê yên sabit werin danîn.
Her wiha, tîmên gerok dê di nava 5 xulekan de bigihêjin
cihê bûyerê.
Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed li ser kirîna genim, di
bersiva pirsên pêşkêşkara Rûdawê Nalîn Hesenê de ragihand ku li parêzgeha Hisîçayê
20 navend hatine amadekirin û cotkar dê bi rêya platformeke elektronîkî navê
xwe tomar bikin.
Xala herî girîng a ku Parêzgarê Hisîçayê tekezî li ser
kir, mekanîzmaya dayîna heqdestê cotkaran bû.
Ehmed da zanîn ku dê pereyê cotkaran di nava 2 hefteyan
de bi rêya bankên çandiniyê were dayîn û pergala "Sham Cash" êdî nayê
bikaranîn.
Hevpeyvîna Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed a bi Nalîn Hesenê
re:
Rûdaw: Civînên we yên li Şamê çawa bûn û we bi kê re
hevdîtin kir? Encamên berbiçav hene?
Nûredîn Ehmed: Civîna sereke doh bû, ji bo demsalê
planên zelal û hûrgilî hatin danîn, di warê nirx, plana awarte ya li dijî
şewatê, plana kirîn û bazirganiyê û mekanîzmaya dayîna fatûreyan de. Civîn li
Sekreteriya Giştî ya Encumena Wezîran bi amadebûna wezîr, parêzgar, birêvebirên
giştî, serokwezîr, parêzgarê banka navendî û birêvebirê xezîneyê pêk hat. Hemû
aliyên bi demsalê re têkildar hatin nîqaşkirin û planên kar hatin danîn.
Her wiha civînên din ên têkildarî hilbijartinan û birêveçûna
wê û dosyeya berdana girtiyan bi aliyên pêwendîdar ên tîma serokatiyê û aliyên
din re hatin kirin. Di rojên pêş de ji bo bicihanîna pratîkî dê civîn bên
lidarxistin.
Ji ber ku wî nû dest bi kar kiriye hevdîtinek bi Serokê
Banka Navendî re hat kirin û bi birêvebirê giştî yê bankên çandiniyê re jî hat
kirin û mekanîzmaya yekxistin û çalakkirina wan a di demeke kurt de hat
nîqaşkirin ku em bikarin fatûreyên berhemên çandiniyê bidin.
Tedbîrên li dijî şewatan
Rûdaw: Tedbîrên herî berbiçav ên awarte ji bo rûbirûbûna
şewatan çi ne?
Nûredîn Ehmed: Wezareta Rewşên Awarte, agirkujî
û şaredariyên Rêveberiya Xweser re pêk hat û li ser formuleke kar a hevbeş li
hev kir. Wan xalên agirvemirandinê yên daîmî li bajarên mezin, navçe û deveran
danîn: Serê Kaniyê, Dêrik, Qamişlo, Hisîça û Şedadê û her wiha navçeyên wekî
Merged, Til Birak, Tirbespî û Çil Axayê û navçeyên din.
Xalên demkî yên gerok jî hene ku nêzîkî zeviyan in û
dûrahiya di navbera du xalan de herî zêde 10 km ye. Eger şewatek çêbibe, di
kêmtirî 5 xulekan de tîmên pispor digihêjin cihê bûyerê û ev yek lihevkirineke
di navbera saziyên Rêveberiya Xweser û Wezareta Rewşên Awarte de ye.
Navendên kirîna genim
Rûdaw: Mekanîzmaya kirîn û firotina genim dê çawa be? Li Hisîçayê
çend navend hene? Gelo miqdareke diyarkirî heye ku dê ji cotkaran were kirîn?
Nûredîn Ehmed: Ji bo kirîna genim, li parêzgeha Hisîçayê
20 navendên kirînê hene û 17 ji wan ji sedî 90î amade ne. Li Serê Kaniyê 3
navend hene û dê ser bi Hisîçayê ve bin, ne bi Reqayê. Berî pêvajoya kirînê,
cotkar dora xwe li ser platforma elektronîkî tomar dike.
Rûdaw: Dê heqê cotkaran kengî û bi çi mekanîzmayê bê
dayîn?
Nûredîn Ehmed: Bi rêya bankên çandiniyê û em dê
hewl bidin di nava 2 hefteyan de hinek xalên bilez çalak bikin ku cotkar karibin
fatûreyên xwe wergirin, ne bi rêya Sham Cash.
