Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî ewlehiyê yê parêzgeha Nînowayê ji Rûdawê re ragihand ku baregehên Lîwaya 14 a Ketaîbên Seyidulşûheda û Lîwaya 50 a Heşdî Şebiyê li Mûsilê bûne armanca êrişên hewayî.
Li gorî zanyariyan, şeva înê li gundên "Gûbe" û "Şerîxan" ên li ser sînorê bajarê Mûsilê, bi rêya helîkopteran êrişî baregeha Lîwaya 14 a Ketaîbên Seyidulşûhedayê hatiye kirin.
Di heman demê de baregeha Lîwaya 50 a Heşdî Şebî ya li Nînowayê jî hatiye armancgirtin.
Berdevkê Ketaîbên Seyidulşûhedayê Kazim Fertûsî ji Rûdawê re piştrast kir ku baregeha wan du caran hatiye armancgirtin û êriş ji aliyê balafirên Amerîkayê ve hatine kirin.
Sekreteriya Giştî ya Ketaîbên Seyidulşûhedayê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku êvara înê helîkoptereke cureyê "Apache" pênc mûşek avêtine çend xalên leşkerî yên li navçeya "Qûbe" ya bakurê Mûsilê ku di çarçoveya plana belavkirina hêzên Heşdî Şebiyê de ne.
Heta niha aliyê Amerîkayê û Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Îraqê derbarê sedem û ziyanên êrişan de ti daxuyanî nedane.
Ketaîbên Seyidulşûhedayê grûpeke çekdar a Şîe ye û beşek e ji Heşdî Şebiyê. Ev grûp xwe wekî beşek ji "Berxwedana Îslamî ya Îraqê" dibîne.
