Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Tirkiyeyê yê Îraqê Anil Bora Înan pêvajoya aştiyê û rewşa herêmê gotûbêj kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi Balyozê Tirkiyeyê yê Îraqê Anil Bora Înan re civiya.
Hat zanîn ku Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu jî tevlî civînê bûye.
Di civînê de tekezî li ser girîngiya domandina hevahengiyê hat kirin.
Pêwendiyên Hewlêr û Enqereyê
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka civînê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hatine gotûbêjkirin.
Her wiha rewşa siyasî ya Îraqê û bipêşxistina hevkariya dualî, bi taybetî jî di warê aborî û bazirganiyê de hatin nîqaşkirin.
Di vî warî de ji bo parastina aramiyê, tekezî li ser girîngiya domandina hevahengiyê hat kirin.
Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê hat nirxandin.
Her du aliyan li ser hewldanên ji bo derbaskirin û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî bîr û nêrînên xwe bi hev re parve kirin.
Her wiha hat destnîşankirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî pêwîstî bi diyalog û lihevtêgihiştina Hewlêr û Bexdayê heye.
Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, rûdanên dawî û rewşa herêmê mijarên din ên civînê bûn.
Di civînê de her du alî li ser çareserkirina aştiyane ya pirsgirêk û nakokiyan û parastina aramiyê hemfikir bûn.


.jpg&w=3840&q=75)
