Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya
Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî got, “Li bajarên wekî Kobanî, Qamişlo, Dêrik,
Amûdê û Dirbêsiyê dê tabelayên duzimanî (Erebî û Kurdî) werin bikaranîn”
Mezlûm Ebdî xwest ku rê bidin wan peymanên ku li gel
hikûmeta demkî ji bo çareserkirina dosyaya dadgeriyê û pirsgirêka lîsteyên li Koşka
Dadweriyê ya Hisîçayê (Hesekê) hatine kirin.
Wî bi rêya ANHAyê diyar kir ku ji bo berdewamiya pêvajoya
yekbûnê, divê dosyayên din ên saziyên dadgeriyê neyên astengkirin.
Di çarçoveya peymana 29ê Kanûna Paşîn a di navbera HSD û
hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, dosyaya dadgeriyê yek ji wan xalan e ku hinek
astengî derketine pêşiya wê.
Ji ber van astengiyan li bajarê Hisîçayê li ber Koşka
Dadweriyê xwenîşandan hatin lidarxistin.
Gel rakirina zimanê Kurdî ya ji ser tabelaya avahiyê
protesto kir û daxwaza çareserkirina dosyaya dadgeriyê kir.
Lihevkirina li ser dosyaya dadgeriyê
Mezlûm Ebdî sedemên rawestandina pêvajoya dadgeriyê û
peymanên nû rave kirin û diyar kir ku "di vê mijarê de nêzîkî du hefte
berê hinek pirsgirêk derketin û ev bû sedema astengiyeke demkî."
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk da zanîn ku
nakokî ji ber nebûna mekanîzmayeke zelal a ji bo tevlîkirina dadgerên
Rêveberiya Xweser a nav hikûmetê û fikarên li ser parastina mafên wan dest pê
kiriye.
Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku berteka birêvebiriya dadgeriyê
ya li herêmê rewa bû çimkî wan paşguhkirin qebûl nekir.
Wî got piştî van pirsgirêkan, li Şamê û li herêmên Bakur û
Rojhilatê Sûriyeyê di astên cuda de gelek civîn hatine lidarxistin.
Fermandar Mezlûm eşkere kir ku bi hikûmeta demkî re
lihevkirin çêbûye û hatiye qebûlkirin ku dadgerên Rêveberiya Xweser tevlî
pergalê bibin û ji kar neyên derxistin.
Zimanê Kurdî û tabelayên li ser avahiyan
Mezlûm Ebdî li ser mijara rakirina zimanê Kurdî ya ji ser tabelayên
dadgeha Hisîçayê got ku hikûmetê bi hinceta "saziya serweriyê" ev gav
avêtiye.
Lê belê wî rave kir ku li gorî peymana nû, li bajarên wekî
Kobanî, Qamişlo, Dêrik, Amûdê û Dirbêsiyê dê tabelayên duzimanî (Erebî û Kurdî)
werin bikaranîn.
Mezlûm Ebdî da zanîn ku bertekên gel ên li dijî rakirina
zimanê Kurdî mafdar û bihêz bûn.
Wî eşkere kir ku di dan û standinên li gel hikûmeta demkî de
ev mijar dîsa hatiye gotûbêjkirin.
Li gorî gotina wî, aliyê din soz daye ku di qonaxên pêşiya
me de de pirsgirêka ziman û navan li
Koşka Dadweriyê ya Hisîçayê jî çareser bike û tabelayên bi
Kurdî ducare saz bike.
Banga aramiyê
Fermandarê Giştî yê HSDyê bangî şêniyan û bi taybetî jî
bangî ciwanan kir ku aram bin da ku ev peyman li ser erdê werin bicihkirin.
Wî diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka dadgehan mifteya
çareserkirina gelek pirsgirêkên din ên wekî pasaport, hilbijartin û qeydkirina
erd û milkan e.
Mezlûm Ebdî di dawiyê de spasiya gel kir ji bo wê
hestiyariya li hemberî parastina zimanê Kurdî nîşan daye.
Wî daxuyand ku divê hewlên ji bo bicihkirina zimanê Kurdî ya
di destûra paşerojê ya Sûriyeyê de bidomin.