Hewlêr (Rûdaw) - Ahmet Turk anî zimên ku ew Mustafa Destîcî
cidî wernegire û got ku rihekî Kurdistanî li pey Amedsporê heye.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turkê ku
qeyûm danîne şûna wî, li Amedê di dema Foruma Aştî û Azadiya Civakî de ji Îlke
TVyê re axivî.
Ahmet Turk li ser "Pêvajoya Aştî û Civaka
Demokratîk" nirxandin kirin.
"Kurdistan têgeheke cografî ye"
Ahmet Turk bersiv da heqaretên Serokê Giştî yê BBPyê Mustafa
Destîcî yên li ser peyama wî ya ji bo şampiyoniya Amedsporê.
Wî destnîşan kir ku Kurdistan têgeheke cografî ye û got:
"Dema em dibêjin Kurdistan em tenê qala Kurdan nakin.
Li vir Suryanî, Ermenî, Ereb û gelek gelên din hene. Ev hemû gelên Kurdistanî
ne."
Ahmet Turk diyar kir ku Amedspor tîmeke Tirkiyeyê ye lê di
encamê de rihekî Kurdistanî heye û li pey çû:
"Mirovan stran gotin, bi Kurdî axivîn û xîtabî hev kir.
Ev rengvedana ziman û çanda gelekî ya di sporê de ye. Divê ev yek bê
qebûlkirin.
Heke hûn vê qebûl nekin, hûn ti carî nikarin li vî welatî
aştiyê pêk bînin. Hûn nikarin biratiyê pêk bînin."
"Kesê ku xwedî kesayet be vî zimanî bi kar nayîne"
Ahmet Turk anî zimên ku ew Mustafa Destîcî cidî wernagire û
got,
"Ew ne kesek e ku mirov bersivê bidiyê. Kesê ku xwedî
nasname û kesayet be vî zimanî bi kar nayîne."
Siyasetmedarê Kurd bi bîr anî ku ew zêdetirî 50 sal in
siyasetê dike û axaftina xwe wiha domand:
"Li ser min ji ber endamtiya PKKyê çend caran doz hatin
vekirin. Dozên siyasî hatin vekirin lê di nava 50 salan de ji ber heqaretê ti
doz nehatin vekirin.
Çimkî min heqaret li ti kesî nekiriye lê belê kesên ku
kesayeta wan lawaz e heqaretê dikin.
Min ev yek nekiriye û ez nakim jî. Heke we ev pirs nekiriba
min dê bersiv jî nedaya."
Çi bûbû?
Ahmet Turk, piştî ku Amedspor derket Lîga Super daxuyaniyek
dabû.
Wî di daxuyaniya xwe de gotibû, “Em pîroz dikin, em gelekî
kêfxweş in. Tîmeke Kurdistanê gihişt Lîga Super.
Ez hêvîdar û bawer im ku dê ji niha û pê ve jî serkeftî
bibe.”
Serokê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) Mustafa Destîcî, bertekeke tund nîşanî
gotinên siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ên li ser Amedsporê da.
Destîcî heqaret li Ahmet Turk kir û got: “Kurdistana çi! Ev
der Tirkiye ye. Eger tu naecibînî biceheme here.”