Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê 7 kes bi tohmeta ku li ser
navê DAIŞê çalakî kirine dihatin darizandin.
Di nav wan tometbaran de Osman Akinê bi nasnavê “Mamoste El
Kurdî” jî hebû.
Ji bo her 7 tometbaran biryara beraetê hat dayîn.
Doz li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.
Tê îdiakirin ku Osman Akin berpirsê DAIŞê yê Tirkiyeyê ye.
Rûniştina ku Osman Akin jî di nav de bû serê sibehê dest pê
kir.
Tometbar Osman Akin di parastina xwe de got ku kovara bi
navê “Ahlak ve Sünnet” (Exlaq û Sinet) qanûnî ye.
Dozger biryar bir Dadgeha Îstinafê
Dozger di mutalaya xwe de bal kişand ser raporên MASAKê ku
liv û tevgera pereyan a tometbaran tesbît kiriye.
Dozger xwest ku her 7 tometbar ji ber sûcên "endamtiya
rêxistina çekdarî" û "binpêkirina qanûna fînansekirina terorê"
werin cezakirin.
Lê belê dadgehê bi hinceta ku "delîlên teqez û qanihker
nînin" ji bo her 7 tometbaran bi cuda biryara beraetê da.
Dozger ev biryara beraetê bir Dadgeha Îstinafê.
Sala 2023yan hatibû desteserkirin
Tê îdiakirin ku Osman Akin berpirsê DAIŞê yê Tirkiyeyê ye û
bi nasnavê “Mamoste El Kurdî” tê naskirin.
Akin 5ê Gulana 2023yan di operasyonekê de hatibû
desteserkirin.
Wezîrê Karên Navxwe yê wê demê Suleyman Soylu, li ser hesabê
xwe yê medyaya civakî operasyon bi gotinên "Polîsê Tirk digire"
ragihandibû.
Osman Akin piştî ku salekê di girtîgehê de ma hatibû berdan.