Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) nasnameyên 4 endamên xwe eşkere kirin.
Wan 4 endamên Asayîşê di parastina taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê de canê xwe ji dest daye.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a Parêzgeha Hisîçayê îro daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de nasnameyên wan 4 endaman hatin eşkerekirin ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê şehîd bûne.
Nasnameyên her 4 endaman
Li gorî daxuyaniya Asayîşê, nasnameyên wan kesan bi vî rengî ne:
Newres Heleb
· Navê rast: Newras Horo
· Navê Dayîkê: Emîra
· Navê Bav: Mihemed
· Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb - Şêx Meqsûd / 7ê Kanûna Paşîn a 2026an
Eslan Efrîn
· Navê rast: Îsmaîl Oso
· Navê Dayîkê: Henîfe
· Navê Bav: Bîlal
· Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb - Şêx Meqsûd / Kanûna Paşîn a 2026an
Zinar Heleb
· Navê rast: Îbrahîm Abdullah
· Navê Dayîkê: Sedîqe
· Navê Bav: Kamîran
· Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb - Şêx Meqsûd / Kanûna Paşîn a 2026an
Sîpan Heleb
· Navê rast: Îhsan Kurdî
· Navê Dayîkê: Wefa
· Navê Bav: Mistefa
· Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb - Şêx Meqsûd û Eşrefiye / Kanûna Paşîn a 2026an
