Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî diçe Vatîkanê û dê bi Papayê Vatîkanê û Rêberê Katolîkên Cîhanê Papa Leoyê 14emîn re bicive.
Serokê Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Dr. Nûrî Osman li ser mijarê ji Rûdawê re ragihand:
Dr. Nûrî Osman "Sibe roja duşemê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê li Vatîkanê be û dê bi Papa Leoyê 14emîn re bicive."
Armanca serdanê xurtkirina pêwendiyan e
Dr. Nûrî Osman diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê dê bi hinek berpirsên Îtalyayê re jî bicive.
Osman derbarê armanca serdanê de jî destnîşan kir ku serdan fermî ye û armanca wê "xurtkirin û bipêşxistina pêwendiyan e."
Pêwendiyeke xurt a Herêma Kurdistanê bi Vatîkan û Îtalyayê re heye.
