Hewlêr (Rûdaw) - Bi dronan êrişî Kampa Zirgwêzeleyê ya parêzgeha Silêmaniyê
hat kirin.
Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên
Kurdistana Îranê Elî Rencberî ragihand ku kampa malbatên Pêşmergeyên wan a li
Zirgwêzeleyê ya parêzgeha Silêmaniyê bi dronan hat armancgirtin.
Elî Rencberî da zanîn ku di êrişan de ti zererên canî çênebûne
û tenê zerera madî heye û ji Rûdawê re ragihand:
“Êvara îro saet 21:30î bi 2 dronan êrişî Kampa Zirgwêzeleyê
hat kirin.”
Kampa Zirgwêzeleyê li parêzgeha Silêmaniyê ye û malbatên Pêşmergeyên
Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê lê dijîn.
Her çi qas peymana agirbestê ya di navbera Îranê û Amerîkayê
de didome jî Îran car caran êrişî partiyên Rojhilatê Kurdistanê dike.
Amarên êrişan
Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, piştî agirbestê bi
72 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Ji destpêka şer ve, Komara Îslamî ya Îranê bi zêdetirî 81
êrişan kampên Komeleyê û bi 126 mûşek û dronan jî kamp û navendên tenduristiyê
yên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) kiriye armanc.
Bi giştî ji 28ê Sibata borî ve heta niha, Herêma Kurdistanê
rûbirûyî 735 êrişên bi dron û mûşekan bûye ku zêdetirî 68an ji wan êrişan piştî
ragihandina agirbestê hatine kirin.
