Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, ji bo çêkirina avahiyekê bingeh hat kolan.
Ji ber kolanê li derdorê derz û qelş çêbûn û ji ber metirsiya hilweşînê 6 avahî hatin valakirin.
Li Taxa Pehlîvanê ya Colemêrgê doh ji bo çêkirina avahiyeke nû hîm hat kolan.
Di encama xebatan de li derdorê û li kolanê qelş û derz çêbûn.
Her wiha avahiya dermanxaneyekê jî zerer dît.
Li ser agahdarkirinê, tîmên AFADê û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Tîman piştî lêkolînan ji bo tedbîrê 6 avahî vala kirin.
Li heman cadeyê hinek dikan jî hatin girtin û deriyên wan hatin mohrkirin.
Şêniyên ku avahiyên wan hatin valakirin, li mêvanxaneyan û Mala Mamosteyan hatin bicihkirin.