Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Duran Kalkan diyar kir ku divê hevdîtinên li Îmraliyê zelal bin.
Kalkan destnîşan kir ku hikûmeta AK Partiyê di şerê herêmî de "siyaseta şantajê" dimeşîne.
Kalkan her wiha zextên li ser CHPyê bi tundî rexne kirin.
"Ez nexşerêyeke zelal pêşkêş dikim"
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, Duran Kalkan ji Medya Haberê re axivî.
Kalkan pêvajoya ku hikûmeta AK Partiyê wekî “Tirkiyeyeke Bêteror” û Ocalan jî wekî “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” bi nav dike, bi berfirehê nirxand.
Kalkan ji bo bipêşveçûna pêvajoyê daxwazên xwe yên şênber rêz kirin û tekez kir ku çareserî di yasayên siyaseta demokratîk re derbas dibe û wiha got:
"Rayedarên dewletê û AK Partiyê gotibû ku dê dawiya meha nîsanê yasayan derxînin lê ti gav nehatin avêtin.
Eger ew di çareseriyê de cidî bin ez nexşerêyeke zelal pêşkêş dikim.
Divê derbasî qonaxa duyem bibin û yasayên siyaseta demokratîk werin derxistin.
Di serî de Rêber Apo, ji bo ku ew bigihîje şert û mercên azad bijî û kar bike, divê 'yasaya azadiyê' were derxistin.
Divê Rêber Apo dest bi siyasetê bike û rê li ber siyaseta demokratîk were vekirin.
Dema ku ev pêk hat, dê ji Ewropayê û ji çiyê jî her kes were cem wî.
Me tenê biryara rawestandina têkoşîna çekdarî nedaye. Em ji stratejiya têkoşîna siyasî derbasî stratejiya siyaseta demokratîk bûn. Lê hikûmet li pey tasfiyeyê ye."
"AK Partî xwe radestî hegemonyaya Amerîka û Îsraîlê dike"
Kalkan xeta siyaseta derve ya Tirkiyeyê wekî "radestbûn û şantaj" pênase kir.
Kalkan planên herêmî yên AK Partiyê wiha nirxandin:
"Tirkiye bi hemû hêza xwe, bi destê desthilata AK Partiyê, hewl dide bi hegemonyaya Amerîka û Îsraîlê re li hev bê û bibe tifaqek.
Serdestên Tirkiyeyê her tim bi yê bihêz re hevkarî kiriye.
Niha dibînin ku aliyê êrişkar tifaqa Amerîka û Îsraîlê ye û ew li pey wê yekê ne ku bi vê tifaqê re li hev bikin, heta xwe radestî wê bikin.
Nêzîkatiya wan a li Şerê Cîhanê yê 3yêm û rewşa Îranê bi temamî ev e.
Hevdîtinên bi Brîtanya û Almanyayê re hewldana dîtina piştgiriyê ya li Rojhilatê Deryaya Spî ye.
Di rastiyê de ev siyaseta şantajê ye. Ew dibêjin 'Binêrin ez dikarim bi van re li hev bikim' û bi bloka Amerîka û Îsraîlê re bazarê dikin.
Lê ev hesab şaş in. Ji bilî banga çareseriyê ya Rêber Apo ti çareya din a Tirkiyeyê nîne."
Zextên li ser CHPyê: Yên ku vê tînin serê partiya damezirînera komarê, dê çi neyînin serê yê navê Kurdan dibêje?
Kalkan diyar kir ku zextên demên dawî yên li ser CHPyê yekser bi Pirsgirêka Kurdan re girêdayî ne.
Kalkan nêzîkatiya li hemberî mixalefeta serekî wiha nirxand:
"Berê derbe li biryargeha artêşê dihatin plankirin, niha li odeyên darazê tên plankirin. AK Partî darazê ji bo tepeserkirina hevrikên xwe bi kar tîne.
Ozgur Ozel ji ber ku qala gelê Kurd û mafên Kurdan dike tê hedefgirtin. Devlet Bahçelî yekser bertek nîşanî vê da çimkî di nexşerêya wan de navê Kurdan jî nîne.
Divê birêvebiriya CHPyê li hemberî van zextan bi paş ve gav neavêje. Yên ku vê tînin serê partiya damezirînera komarê, dê çi neynin serê yê ku navê Kurdan dibêje?
Ev êrişên antîdemokratîk ji bêtehemuliya sîstemê ya li hemberî Pirsgirêka Kurdan dertên."
"Di xeta çalakiyan de dejenerasyonek heye"
Duran Kalkan diyar kir ku siyaset di tarza çalakiyan de kêm maye.
Kalkan her wiha bangî çapemenî û aktorên siyasî kir ku helwesteke cidîtir nîşan bidin û got:
"Di xeta çalakiyan de dejenerasyonek heye. Çalakiyên ku tenê ji bo çapemenî bibîne tên kirin û bandorê li derdora xwe nakin, mirov nikare ji wan re bibêje 'çalakî'.
Çapemenî jî her tiştê ku nirxê wî yê nûçeyê nîne dide û dibe hevparê vê yekê.
Divê tarza Rêber Apo ya 'dema dike difikire, dema difikire dike' wekî bingeh were girtin.
Divê yekîtiya gotin û çalakiyê were avakirin. Divê ciwanên welatparêz û Apoyî xwe perwerde bikin û bibin hêzeke rasteqîn a çalakiyan.
Em jî wekî tevger, pratîka xwe ya borî dinirxînin û bi pêvajoyeke rexnedayînê hewl didin xwe sererast bikin."
Kalkan destnîşan kir ku daxuyaniyên Devlet Bahçelî yên 18ê Gulanê bi tekeziya "siyasîbûnê" ya 5ê Gulanê re nakok in.
Kalkan diyar kir ku vê yekê hêviyên çareseriyê nezelal kirine û ducare kir ku mixetab Îmralî ye.
